Share

15/01/2016

Çima Serok Obama ji ber wan mafên mirovan yên kuTirkîye bêrawestan binpê dike bêdeng dimîne?

Gava Hikumeta Tirkan, kurdan bombebaran dike, ma Emerikayê çavê xwe li wan bineqîne?

Emerîka ji dewleta Tirkan re çekan dabîn dike. Lê Tirkiye van çekan ji bo gelên kurd qetil bike kar tîne, ku ew tekane hêza kurd ya ku li pêşberî DAIŞiyên hov bi qehremanî şer dike û wan têk dibe.

Ev helwesta Emerikayê ya ku wek temeşevan dimîne ,mejiyê mirovî serûbinî dike. Emerika henekên xwebi mejiyê mirovan dike.

Li hemberî bêedaletiyek ûsa mezin de, exlaqê mirovî heta ku dikare diqîre.
Kurdan êrişî Tirkiyê nekir. Ya ku kurd dixwazin, wek Abraham Lincoln gotî: “Bi xwe rêve birin ji hikumeteke ya navendî çêtir e.”

Di bin baskên rejîma Tirkan de ne hikumeteke baş, hikumeteke ya kurdan ya rewa jî tucarî çênebûye.Kurd hêdî vê dibêjin. Hay ji tevgerên xwe hebin. An em we li taxên xwe û li bajarên xwe naxwazîn.

Kurd bi tirkan re di heman dewletê de dijîn. Mixabin Tirkîye ro bi roj wek Sûriyê lê te. Mixabin di cîhanê de Suriye hinardekirina penaberan de, di rêza yêkê de ye. Ji xeynî wê , tişta dilkul û metirsîdar ew e ku Sûrîye bûye wek karegeheke ya hilberîna Îslamistên tûndrew.

Kurd dixwazin rûmata mirovatiyê bilind bikin û diwxazin bibin arîkarê Tirkîyê ku Tirkîye bibe dewleteke wek Çekoslavakyayê. Roja ku dewleta Çekoslavakyayê ava bûyî di nav bera gelên Çekan û gelên Slovakan de tu cudahî nekiriye. Di sala 1993 de bi rêyeke aştîyane destûr daye ku ew jêk bibin.

Kurd vê yekê baş dizanin: Şer weke erdhêjê ye û divê teqez bêsekinandin. Ger kurd mecbûrî şerî bibin jî (wekî ku niha gelên Kurd lipêşberî DAIŞê û dewleta Tirkan hewl dide ku xwe biparêze) divê şerê wan tenê ji bo xwe parastinê be.

Gava kurdan di heftê îlonê nuçeya keça kurd a ku 10 salî ya bi navê Cemîle Çağırgan, a ji aliyê nîşangiran ve li ser nêrdewanê mala wan hatî kuştin seh kirin matmayî man. Dewleta tirkan a bêwijdan û welatê Cemîlê dagir kirî, destûrê nade ku mirî jî bên veşartin.Da ku meytê Cemîlê xera nebe, diya wê ji neçarî meytê wê êxist sarincê de.Rayedarên tirkan piştî şeş rojan destûr dan diya wê da ku wê binax bike.

Kurd hêja ji ber kuştina zarokê sê mehî Mîray Înceyî yê ku 25ê îlonê li Cizîrê ji aliyê nîşangiran ve bi geleyekê li rûyê wî ketî matmayî ne.Bapîrê Mîray ê 80 salî xwest ku wî bibe nexweşxanê lê ew jî ji aliyê nişangiran ve hat qetil kirin.

Malbat di hêviyê de ye ku bapîrî û nevîyê di haman rojê de binax bikin.
Kurd rojeke ya êkşemê şîyar dibin û vê nûçeya dilşewat dibînin. Di 3yê rêbendanê de li navçeya Amedê Sûrê, Melek Apaydın a ku 38 salî ji ber topbaranê li ber çavên zarokên wê hat kuştin.Êdî bêhna Kurdan ji van nûçeyên hovîtiyê teng bûye.

10 hezar km di nav bera me û vê gola xwîna ya bêwijdan de heye. Disa jî wek kurdên dîasporayê ji me tê xwestin ku em şevan razîn û rojê jî hecwekê tiştek neqewimî em herin karen xwe.

Lê tu tişt weke kû tê xwestin nameşe. Lê nas û hevalên we yê ji we re bibêjin, em şevan narazîn û rojên me jî bi zorê diborin. Em mereq dikin azadî û aşitî yê rojekê li warê me pêk bê?

Mixabin Tirkîyê li hemberî kurdan şereke bêwijadan destpê kiriye.

-Disa jî em li hêviya aşitiyê kom bûn. Sedama kombûna me ev : Em bertekan nîşanî tevgerên Emerikayê yên wek temeşevan temaşeyî vî şerî dike ji xeynî wê, tişta ku destê me bê, ji bo nas û dostên xwe yên ji aliyê dewlata tirkan ve bi awayeke hovane tên qetil kirin bikin.

Îro 15 rêbendanê ye. Roja Martîn Luther dayîk bûye.

Martin Luther King JR li hemberî serdestiya mirovên sipî ya li ser mirovên reş tekoşînek pêk anîbû. Em jî li hemberî serdestiya tirkan ya li ser kurdan tekoşînekê pêk diînin.

Murtîn Lûther gotibû divê Emerika li gel Vîetnamê aşitîyê pêk biîne. Daxwaza me jî ew e ku tirkîye şerê ku li kurdistanê destpê kirî birawestîne.

Xuda van rojan çi plansaziyê dike û çi difikire em nizanîn.

Lê em dixwazin ku bila cîhan tev bizanin .Wekî DR King kirî, heta ku em bi mirinê an jî bi serhildanê re rû bi rû dimînin, di rê ya bêtundrewî de em ê bimeşîn. Em ê mafên mirovan yên rewa bi rêya vê nobedariyê biparêzin.

Banga me li wan tirkên ku li vê balyozxanê dixebitin ev e: Ger we bivê em vê çalakiya xwe bi dawî biînin ji hikûmeta xwe bixwazin bila vî şerê ku ji dûrî mirovatiyê, ya ku li hemberê gelê me destpê kirî, bila demildest rawestîne.

Kurdên ku li Emerîkayê dijîn ji kerema xwe re hûn jî beşdarî nobedariya me bibin.

Banga me ji Kurdên ku li welatên dîn dijîn, yên ku baweriyê bi serdestiya huqûqê tê ev e: Heya ku xwestina me ya dadwerî li cîhanê deng dide, em ê tekoşînê berdewan bikin. Hûn jî dest bi çalakîyên wek yên me bikin.

Wekdawî ,banga me ji wan hevalên ku îro beşdar bûyîn û Emerikîyên bikarin îlana me a li ser malperê bibînin ev e: Ew tekoşî na ku DR King ya ji bo reşikan destpê kirî, wê bi awayeke dadwerî xweyîtiya xwe lê kirîbû. Divê hûn îro giredayî nirxên xwe yên dilpakî bimînin.

Bila ev gotina Dr King li bîra we be: “Yên ku bê tekoşîn neheqiyê dipejirîne, hevkarê wê neheqiyê ne”

Hemwelatiyên vî welatî yên xuşewîst. Di paşerojê de we pişgiriya tekoşîna reşika ya wekhevîyê bi can û dil kirîbû. We çaxê DR King bûbû mînakeke ya mirovatiyê û bizavîyê. Ew bûbû dengê bindestan.Ger hûn jî îro pişgiriyê bidin tekoşîna kurdan ya dadwerî , dengên kesên bizav yên li Tirkiyê û li Kurdistanê dijîn yê gurtir der bikeve. Ev çirosk yê bibe agireke gur yê azadiyê.

Bi van daxwazan em we hemûyan silav dikin, spas ji bo hatina we.

Kani Xulam

Share

Leave a reply

<a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <s> <strike> <strong> 

required