Sêşem bû, 6ê Hezîrana 2023yan. Ez di serê sibê de şiyar bûm, min bi lez û bez çay vexwar û ji mala xwe derketim, û ber bi rêya Billy Goat û ku bi qasî panzdeh deqîqeyan dûrî mala xwe ve çûm. Ez ji payîza paşîn ve vî karî dikim û ew ji bi sebeba mesa min ji DCyê ji bo Manhatinê ye ku ji çend gavan dest pê dike li Monumenta Lincoln heta deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê.
Sêşem, ku di bîra min de rojeke din a wek berê ye, lê ne wisa bû!
Rêka min, rêka gelek mirovên din ên Washingtonê ye. Mirovên ku dixwazin roja xwe bi meşekê berî serşok û taştêya xwe dest pê bikin, dîsa wek her roj li wir bûn. Wekî her rojan, gava ku hûn di heman rêyan de direvin, hevdû nas dikin û silavekî didin. Di dawîyê de dest bi giftûgoyan dikin, hûn êdî mirovên heman derdorê ne.
Ez bi du 60 saliyan aşina bûm, û bûm beşek ji vê rêûresmê. Pejirandinên me yên destpêkê yên bêdeng, piştre silavên sibehan, bû sedema sohbeta di navbera me de. Min wirzişa xwe ya du demjimêrî diqedand. Wan tenê dest bi ya xwe dikir û ji çenteya erebeya xwe tiştek derdixistin. Bi dîtina min, wan ez qebûl kirim û yekî ji wan wêneyê keçeke ciwan nîşanî min da û ji min pirsî ka ez dikarim wê nas bikim?
Bê guman min ew nas nekir, û bi kenînek li ser rûyê min xûya bû. Ew wêne, wêneya rojên berê yên wê bû!
“Ez ciwan û saxlem bûm,” wê bi hêrs got.
“Tu hîn ciwan û saxlem î,” min ji nû ve lê vegerand û hat bîra min ku min dîtibû ew mîna gymnastekê hilkişiyabû ser zinaran li ser çemê Potomakê.
Min got, “ji ber ku min dît ku hûn li ser rêyê mîna werzîşvanekê bê bêhinvedan werzişê dikin û xwêdan dighêje hêstiya we.”
Paşê me xwe bi hev da naskirin. Margaret navê wê bû. “Ez Nancy me,” hevala wê bi dilxwazî got.
Margaret, li min nihêrî û got: “Tu jî heman tiştî dikî û xûya ye k utu jî di tenduristiya xwe de baş î.”
Tenduristiya min baş e, lê ne xema min a tenduristiyê ye ku ez bi dengê demjimêra xwe ya sibehê demjimêr di 4:30 de şiyar dibim – ew baweriya min bi siyaseta bêşiddet e. Dema ku min bi Margaret û Nancyê re siwarbûna asansorê derbas kir, ez ê çi ji wan re bibêjim li ser xwe? Bi zelalî û kurtebiriya ku min dikaribû ragihînim, min ev tişt ji wan re got:
“Ez bi rastî di amadekariya perwerdeyê xwe de me. Ez amade me ku ji DCyê heta Manhattanê bimeşim.”
Nancy bi dengek ecêb ket navberê, “Ji bo çi?”
“Ji bo mafên mirovan. Ji bo azadiyê,” min got. Min berdewam kir, “Berî sed salan hêzên mezin ên Ewrûpayê û kopiyên wan ên li Rojhilata Navîn, Kurdistan, welatê Kurdan û gelê min parçe kirin. Du dewletên nû, Suriyeya Fransî, Iraqa Înglîzî û paşmaweyên du dewletên kevn, Tirkiye û Îran ava kirin. Ez 330 mîl dimeşim da ku balê bikişînim ser vê xeletiya mezin. Ez daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikim ku nûnerekî xwe yê taybet destnîşan bike da ku rewşa 50 milyon Kurdên bêdewlet li Rojhilata Navîn çareser bike.”
Gelek tişt ji bo gotinê hebû, ez dizanim, lê min xwe baş hîs kir ku barê Kurdan bi hasanî nayê tehemul kirin. Gotina kevn dibêje: “dema pirsgirêka xwe parve dikî, dibe nîv.”
“Ez ê piştgirîya te bikim,” Nancy got dema ku li min dinhêrî û di heman demê de li Margaret nihêrî. Wê dûv re zêde kir, “Ji bo her mîlek ku hûn dimeşin, dolarek.”
Min kenîna xwe ya herî mezin a heta niha li gel wan parve kir û ji kretek a xwe da her yek ji wan. Margaret heman tişt berevajî kir. Nancy awirek da min ku ez dikarim bi riya Margaret bigihîjim wê. Paşê min xatir ji wan xwest.
Wê rojê kenînek li ser rûyê min bû. Hê jî dilxweşiya min nû dibe gava ku Margaret û Nancy tên bîra min. Heger hûn evîndarê rûmet û azadiyê bin – navê meşa min e.
Xwe perwerdekirina min dê roja Şemiyê, 1ê Tîrmehê, biqede. Piştî ku ez li ser axa damezrîner a Welatên Yekbûyî bimeşim, ez ê roja Duşemê, 24ê Tîrmeh a 2023yan, di sedsaliya Peymana Lozanê de ku Kurdistanê parçe kir bêyî razîbûna rûniştevanên wê, bigihîjim Manhattanê.
Ev komploya navneteweyî, Kurd mehkûmî jiyana bindestî kirin. Hewldanek navneteweyî dikare wan ji bindestîyê xilas bike. Meşa min banga mafê gelekî ye ku ew Kurd in û welatê wan jî Kurdistan e.
Bi rêz Kanî Xulamî, ez ji Tera, bo meşîyana Azadiye, serkevtin dixazim. Hevîdarim, rojek weri, em ji wekî mîrovên cîhane azad bibin.
Ez zanim Kurdistan’e azab be. Îronina sibeda be, ez zanim Kurdistan’e azad be…
Bi xebatên me Kurdên netewî Kurdistan’e azadbe.
Bijît Kurd u Kurdistan, Bijît Azadî….
Silav u rêzen min ji Almaniye….