Blog

Sîh û Sê Gule û Mustafa Muxlalî

by | Jan 27, 2012 | Kurdî

Share

Seîdê Sîsî
21 Cile 2012

Dîroka Kurdan bi şan û şeref, bi derd û elem, bi kul û keder, bi xayintî û bextereşiyan tijî ye. Di kurahiya dîrokê de kalanên me gelek dewlet, kurdemîrî û împaratorîyan saz kirine. Lê ji ber ser sarî û bêsexbîriyê, bi sedema nîyeta paqij Kurdan bi sedsalan dema xwe bêhude derbaskirine û nivîsîna dîroka xwe sipartine dijminên xwe.Lê xoşhaliyek qenc e ku yê ne bi dilê me be jî kurd êdî bi gotina Ehmedê Xanî ‘hoşyar bûne’ û li her tewir dewlemendiyên xwe dest pê kirine xwedî derdikevin. Van mijaran pêdivê ye bibin babeta xebata dîroknasan û li ser bi hûrgilî were rawestandinê.

De ka werin em hinek ji kirinên roma reş biaxivin. Wek bûyera 1943an a ku li navçeya Ozalpa Wanê li dijberê sih û sê gundiyan hatibû bikaranîn.

Li gor raporên dewletê qaşo ji aşîreta Milan a milê ku li Îranê dijîn, tên û colê pez talan dikin û bi mişextvanî dibin derbasê Îranê dikin. Li ser vê sedema govîdo (bi tirkî uydurma) bi qasî çil gundî kapistû dikin û derdixin qada dadgehê. Dadger ji van merivan pênc meriv tewqîf dike û yên mayî serbest berdide. Dewr dewra tek partîtîyê ye. Îsmet Înono yê bi resenê xwe kurd li ser kar e. Serbaz û qumandarên leşkeriyê di bin emrê ‘şefê neteweyî’de ne. Ji vana yek jî orgeneral Mustafa Muxlalî ye. Ev Mustafa Muxlalî emir dide û wan gundiyên dadger ew serbest berdayîn bi abûwa îfade kirinê ji wan 33 kesan dide anîn û wan teslîmê qumandarê mifrezeyan dike. Mifreze van gundiyên êrî û bêrî hildidin dibin tuxubê Îranê û wan li wê derê bi sariya sehera serê sibê re qetil dikin. Li ser vê yekê Îsmet Înonoyê resenkurd, bi rewşeke watedar û erjeng waha dibêje: ‘Dema ku Mustafa Muxlalî li rojhelat (devê wî nagire bêje li Kurdistan) be, ez li Enqereyê di mala xwe de hêsa û ewle radizêm’.

Paşê çewan dibe yek ji wan 33 kesan yek tesadufen bi birîndarî difilite û bûyer derdikeve holê. Di encamê de Mustafa Muxlalî bi îdamê tê cezakirin lê cezayê wî bi bêqanûnî dadixin 20 sal hepskirinê. Lê temenê wî generalî têrê nake û beriya ketina hepsê dimire. Navê vî generalê zalim hê ji, bi eksa kurdan dane qişleyek leşkerîyê li Ozalpê. Li gorê zagona ceza ya Tirkiyeyê metihkirina sûckarek bi xwe sûc e lê dewlet navê vî sûcdarê sosret û riswa bi eks û inyat li dijî kurdan didomîne.

Hozanê nemir Ahmed Arîfê rehmetî bi navê ‘Otuzüç Kurşun’ helbestek hêja afırandiye û heta niha di gelek malperan de hatiye wergerandina kurdî. Me jî vê helbesta hêja, heta ji dest me hat wergerand jibo xwendevanên Kurd.. Kêmasiyên me hebîn (ku bawerim hene) lê biborin, qenciyên tê de ne yên gelê me ne. Bi îzna we min helbestê weha wergerand kurdî:

Sih û Sê Gulle

Helbestvan: Ahmed Arîf ,

Wergêr: Seîdê SÎSÎ

1.

Ev çiya çiyayê Mengene ye
Dema berbang lê dide li Wanê
Ev çiya çêjika Nemrûd e
Dema berbang lê dide li dijî Nemrûd
Kêlekek te, şepe girtî hawirê Qafqas e
Kêlekek te seccade milkê Ecem e
Li tepelikan dêliyên qeşayê
Kevokên revoke li ser avan
Birra mamizan,
Refa kewan…

Egîtî nayê înkarkirinê
Teko teko di şer de têkneçûn
Ji hezar salan û vir ve, mêrxasên vê taxê
De were em agahdarî ji ku bînin
Refa qulingan nîn e v
Birca stêrkan nîn e li ezmanan
Dilên sîh û sê gullekirî
Sih û sê kanîxûn
Naherike,
Bûye gol di vî çiyayî de…

2.
Ji binê kaş keroşkek rabû
Pişta wê boz
Zikê wê çîlsipî
Reben, avis, keroşkek çiyayî
Bizdok wisan belengaz
Bi berketî dihêle însan
Nepenîbû, nepenîbû wext
Seherek bêqisûr, çîp çîplaxbû

Mêzekir ji sih û sisîyan yekê
Di zikê wî de giraniya birçîbûnê
Rûdan û por buhustek
Di beristoka wî de sipî
Mêzekir milên wî birîndar
Egîtek firşik ateşîn
Geh li keroşka reben
Geh li paş xwe.

Filînta wî ker bîra wî
A di bin balgîya wî de xeydan,
Hat bîra wî cehnîya ku ji deşta Herranê anîbû
Temorîka wê bi morîkên heşînok
Beşa wê li enîyê
Sê simên wî sipî
Rewan, xowarde, çalak
Cehnîya kumeyt, seklawî.
Çewan firîbûn di pêşberê Hozatê de!

Niha, waha bêçare û girêdayî,
Waha li pey wî namlûyek sar
Nebûbûya,
Karibû xwe bispêre gopîtkan…
Van çiyan, çiyayên cêwî, qedirşînas in,
Berê Xwedê ev dest meriv nadin şermê,
Xwelîya cixara vêketî,
Di germahîyan de çetel çirîsdar
Zimanê margîskan
Destên jîrek…

Van çavan carek bîla pê li faqê nedan
Qiyameta gelîyên aşît-rêpan
Xayînîya berfok, nermok
Kendalan,
Çavên ji berê ve zana…
Bê havil
Dê bihata lêxistin
Ferman misogerbû,
Hesdikî çavên wî bila marîsok
Dilê wî bila teyrên leşê bixwin…

3.
Lêxistî me
Di gelîyek nepenî a çiyan de
Ji wextan di nimêja sibê de
Vedizelim
Xwinî, dipdirêjkî…

Lêxistî me
Xewneroşka min ji şevan reştir
Tê bîrdarek xêrê kes dernakeve
Ganê min distînin bê ecel
Nikarim di pirtûkan de bi cih bikim
Paşayek şifre fermîye
Lêxistî me qet bê pirs, bê darizandin

Kirîvo rewşa min heman waha binivîse
Belkî wê bêjin gotegot e
Çiçikên gul nîn in
Gulleya domdomê ye
D di devê minê perçewesle bûyî de…

4.
Fermana mirinê bi cih anîn
Dûmana heşîn a çiya
Û baya xelmaş a seherê
Di xwînan de mewicandin.
Paşê hema li wê dere tifingan sipartin hev
Misêwa li paxilên me pelîyan
Gerîyan.
Arav-tarav kirin
Kefya min a Kermanşah- raçandî
Tizbîyên min, qutya min hildan û çûn
Hemû jî yadîgarbûn ji welatê Ecemistanê…

Em kirîv in, bira ne, me xwîn ketiye nav hev
Gundên hember, bi zoman ve
Bi sed salan me qîz daye û stendîye,
Em cîran in der bi der
Mirîşkên me tevlîhev dibin
Ji nezanî nîne
Ji xezanî
Me pasaport nîn e
Ev e sedema qetl û sûcê me,
Û navê me derdikeve li eşqîyatîyê
Mişexvanîye
Şêlankerîyê
Xayînîyê…

Kirîvo rewşa min heman waha binivîse
Belkî wê bêjin gotegot e
Çiçikên gul nîn in
Gulleya domdomê ye
Di devê minê perçewesle bûyî de…

5.
Lêxin lawo,
Lêxin
Ez bi hêsantî namirim
Min kozira xwelîgirtî di kuç da
Min gotinek di dil de heye
Ji şarezayan re.
Bavê min çavên xwe da li pêşberê Ruhayê
Sê heb jî birayên xwe
Sê nazikên serwîbejn
Sê çiya-pare ên temenkurt.
Ji bircan, ji giran, ji minareyan
Kirîv, eqrûba zarokên çîyayî
Li dijî pêpeziya Fransiz diberxwe didan

Hê bi simbêlên nû derketî
Xalê minê biçûk Nazîf
Tîtal,
Sivik,
Siwarek çak
Lêxin birano gotiye
Roja namûsê ye
Û hespê xwe rakiriye ser çarperê

Kirîvo rewşa min heman waha binivîse
Belkî wê bêjin gotegot e
Çiçikên gul nîn in
Gulleya domdomê ye
Di devê minê perçewesle bûyî de…

Share
Tags:

0 Comments

Submit a Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *