Blog

Lycurgus

by | Jan 27, 2012 | Kurdî

Share

Bavê Sparta
(Teqrîben BZ 800)(1)
L U K O U R G O S
by Plutarch
Wergêr: Sêîdê Sîsî

Lycurgus li Spartayê(2) ahengîyê, sadetîyê û tirûşdarîyê ava kiribû. Ev civaka cengawer li anagorê perwerdedikirinek sîstematîk zarokên xwe ji bo armanceke pêşewayî, firşik, rûhê civakî û zanahîyeke pêşketî amade dikir.

Lycurgus bi nesla yanzdehîn ji dola Hercules bû, û ew ji du malbatên qralîyeta Spartayê di yekê de prensê duyem bû. Dema bav û birayê wî yê mezin mirin Lycurgus ji bo qraltîyê bû wêrisdar. Li gel vê yekê birayê wî yê mirî jineke hamîle li paş xwe hişt, û eger zaroka wê kurek ba û sax bihata cîhanê dê wî maf hebe ku bûbe wêrisdar jibo qraltîyê. Ev jinika hanê hat cem Lycurgus û lê teklîf kir ku, eger ew wê bi jinanî ji xwe re bipejirîne ew dê zaroka xwe ji berxwe bike.

Lycurgus bi teqlîdî xwe di fikra wê de nîşan da û wê da bawerkirin ku bi hesta zarûk ji ber xwe kirinê, terdurustiya xwe navêje tehlûkeyê. Di şûna vê yekê de wî teklîf li wê kir da zarokî bikuje û emrên sert da ku dema zarokek bû nebû didest da bînin ba wî. Rojek dema ew tev hinek dadgerên Spartayê di şahîyê de bû, gedekî nûbûyî anîn hundur ba wî. Wî gede hilda ser zendên xwe û wî ‘ho mirovên Sparta’ got, ‘aha qiralek bo me ji dayîk bûye.’ Paşê wî gede li ser qada şerefê vezeland û navê Charilaus lêkir ku bı wateya ‘şahîya însanan’ dihat.

Însanên Sparta ji qarekterê vî merivê ku karibû ji adaletê re rêz negire û hêza xwe ya pîroz nişan bide û gede li erdê vezelîne re heyran man, lê bi vî awayî ev tişt ji bo Lycurgus hêsabû ku wek piştîvanê Charilaus li anagorê kapasîteya xwe li Spartayîyan ferman bike. Disa jî dê û aqrûbayên qralên genc ji Lycurgus nefret û pexîlî kirin. Di nava îftîrayan de wan, Lycurgus bi plankirina kuştina Charilaus sûcdar kirin.

Di encamê de Lycurgus biryar da, ji bo berge ji sûcdardirinan bigire, tek rê ew e û hê ku tiştek nehatîye serê zarok, heta Charilaus mezin bibe, û bibe bav ji bo sirê, divê derkeve geşt û guzarek. Ji ber vê yekê û dev ji hemû desthilatdariyên xwe ber da û çû girava Gîrîtê.(3)

Di Gîrîtê de Lycurgus rastî helbestvan Thales hat. Di rûqal da Thales jiyana xwe mina muzîsyenek peyarê qezencdikir lê bi rastî Thales mamosteyê şaristaniyê bû. Kelamên wî yên delal, edlayîyê li însanan şîret dikir da ku wek biratiyê bihev re pêwendî çêkin. Tiştên ku Thales derkar de kelam digot û wan jî jê hes dikir, mirovên qenc û kamranîbû. Guhdarên wî xwidarîyên xwe ji bîra xwe avêtin û di dilpakîya heyranîya gelemperî de bûn yek. Di encamê de Lycurgus, bo amadekirina însanan a rêya teze a jiyanê a ku wî nîyet kiribû paşê bide nasîn Thahes da bawerkirin, ku tev kelamên xwe here Sparta.

Lycurgus li Grîtê li ser mijara forma rêxistinê bi dîqqet xebitî û a ku dê kêrhatî be bo Sparta, jibart. Yek jî ew çû İonia ji bo xebata li ser ferqa orta zewqperestiya İoniayîyan û maqûlîya Grîtiyan bibîne, weka ku doqtor li ser ferqa orta sax û nexweşan dixebite.

Li İonia Lycurgus berhemên nemir ên Homer venasî. Lycurgus perçeyên Homer ê belavbûyî berhevkirin û bawerdarbû ku dersên ciddî ên mirovdewletîyê û moraltîyê di destanên Homer de bi berfireh hatine naskirin.

Misrîyan diyarkirin ku Lycurgus seredan bide wan jî, bi wê sedema ku wî ferqîya orta mîlîtarîzmê û şûlê sade ji Misrîyan fêrbûbû, bi vî awayî zelalî û rindahîya civaka wan bide Spartayîyan.

***

Piştî ku Lycurgus ji bo demek dûrketibû, Spartayîyan jê re nivîsîn û lava kirin ku şûnve were. Weka ku wan îtîraf kiribû, tenê Lycurgus ji dil Qiral bû, li dijî vê yên mayîn tenê tac dida serê xwe û navdarîya xwe dîyardikirin. Wî kana rasteqîn a altindarîyê hebû: Destûrek xweza, û zekayek bo îlhama îtaatê. Qiralên Sparta bîla dixwestin ku Lycurgus şûnve were, lewra wan wî wek merivek didîtin ku incax ew kare wan ji xelqê biparêze.

Lycurgus ji niha ve biryar dabû bo hinek guhertinên bingehîn li Sparta divêyabû ku hatibana çêkirin.Dema ew zivirî wî bi yasayan pîne nekir, lê di dewsa wî de mînaka doqtorê ku nexweşê xweyê bi gelek nesaxîyan pêşkarbû, ku parêza nesax diguhêre, wî dehf dide bo egzersîzan, û wî dixe nav çarçoveyeke nu a hiş, şopand.

Dîsa jî berya hertiştî, Lycurgus çû Delphî(4) bo kahîn, ku ji bo qelawizîyê pirsîyar bike. Kahîn gote Lycurgus ku duayên wî hatine bihistin û ew yasayên Lycurgus ku dewlet raçav dike, dê di cîhanê de navdarbin. Tev pişgirîyek welê, Lycurgus çû bo pêşewayîya gelê Sparta bike arîkarîya wan qezenc kir.

Wi ji hevalên xwe yên herî nêzîk dest pê kir, paşê van hevalan jî bi anîna hevalên xwe peymana xwe fereh kirin. Dema tişt bo çalakiyê gihiştin, sih merivan ji wan temamî bi çek li cihê bazarê xwe dane xuyakirin. Pêşî Charilaus zen kir ku ew dixwazin wî bikujin û bo sitarîyê çû hundirê perestîşxaneyê, lê di encamê de ew beşdarî kuştinxwazan bû û wî fêmkir ku temamê xwestekên wan ew bû ku ew bizanibin ku kes li dijî reformên ku di hişê Lycurgus de ne nîn in.

Sazîya herî sereta ku ji alîyê Lycurgus ve hate damezrandinê, senatoya ji bîstûheşt însanan pêkhatîbû, ku xwedî hêzek beranberê hêza du malên qiralîyeta Spartayêbû. Di derkarê pirsgirêkên muhîm de ji bo dengdanê mafê însanan hebû, lê dema dengdanê ji alîyê senatoyê ve dihate dîyarkirinê. Wekî ku Plato jî îşaret kiribû, senatoyek ‘şûlê xas ê ofîsa qiralîyetê amoş dike û dinirxîne’ û wek safreya (asinê s.s.) nav gemîyek, dengedarî û ewletledarîye dide civaka gelemper. Berê, di derkarê demoqrasî û tîranîyê de vewestina Sparta hebû: Anarşî û dîktatorî. Hê ku herdû rapirîyan jî diberxwedidan, bi qertafa senatoyê, rêveberîya dewletê dûzen girt, û însanan û mîrên wan ji hev û dû re rêzdarî girtin.(5)

Hinek îslehetên pêşverû ên binetarî ên Sparta piştî Lycurgus jî domandin. Tê hat gihaştin ku gotarbêjên girseyî dibe ku carna hesta pêşniyazîyan biçirpînin, û bi vî tewirî dibin sedem ku gel dengê xwe bi ehmeqî bidin, û eger vê yekê biqewime, mafê senatoyê hebû ku meclîsê fesix bike.

Sed û sih sal piştî mirina Lycurgus konsilek ji pênc dadgeran pêkhatî, hêza birêvebirinê ji qralan standin. Di rêxistina ku dadgeran damezrandibûn de, dema qiral Theopompus ji ber ku kurê xwe qaşo zêdetir heq kiribû lê ji payeya qada qraltîye kêm paydar hiştîye ji alîyê jina xwe ve dihat bêerzkirin, wî bersiv dida: ‘Na, ew qenctir e, lewra dê dirêjtir bidomîne.’ Bi kêmbûyîna rayedarîya biryardayîna wan ve, Qralên Sparta, ji dexesîya gel rizgarbûn. Wan tu car di ber çavên xwe re derbas nekirin ka çi diqewime li derdorê Messene û Argos, ew cihên ku qralan heta piçika dawîn altindarîya xwe lê bikardianîn de, wan her tiştî tesfîye û wenda kirin.

* * * .

Piştî sazkirina senatoyê, Lycurgus li ser pirsgirêka xwedîtîya milk nutuq da. Wê demê newekhevîyek tunde di mabeyna Spartayîyan de hebû, çimko piranîya seymaye û milk tenê di bin qontrola kindik merivan de bûn.Gelekî însanan xwe xezan û nekamran hîs dikirin. Kostekî û dexesî, luks û sûcdarî, hemû tev encama belavbûyîna newekhevîya mal û milk bûn. Lycurgus erazî –pere na – wisan bi wekhevî pay kir ku, lê tenê mezîyet bû rûmeta mirovan.

Lycurgus nîyet kir ku newekhevîya orta xwedîtîya malên guhêrbaz û neguhêrbaz ji holê rake, lê wî fêm kir ku eşkera bi cihanîna vê yekê dê gelek muşkulbe. Ji ber vê yekê ew bi rêyek nerasterê nêzîg bû. Çareserkirina wî ew bû ku xwedîtîya zêr û zîv qedexe bike, tenê pereyê asin serbest be. Pereyên asin ên Sparta di sirkê de hatibû noqandin ku degera wî zeîf û bê rûmet be. Bazirgan bi vî pereyî dikenîyan, lewre rûmetek wî a cewherî nîn bû, û bi vî tewirî ithalata malên luks rawestîya. Rişwet û rêbirîn ji nîşka ve ji Sparta rabû.

Hemû pîşeyên bêkêr li Sparta qedexe bûn. Bi tundî ev yasa pêdivê bû, çimkî bi zêr û zîv ve ew temamê şûlên pîs ên ku bi wan re hatibû jî tev teqezîn çûn. Di welatek ku tê de perê zêr û zîv tune de divê êdî kî dê bihata û sextekarîyê, fal-bêjîyê, qaltaxîyê bi cih bianiya û ticareta mucewherat û diziya wan tiştên dî bikira? Bi vî awayî luksê, ew nefta ku wê xwedî dikir hindik hindik wenda kir, bere bere mir û çû. Awantaja zengînan li ser feqîran nemabû çimkî dewletîbûn êdî bêkêrbû.

Pîvana herî bi bandor a li dîjî heskirina peran, yasaya Lycurgus bû ku divêya hemû xurek di aşxaneyên gelemperî de tev gel bi hev re bihata xwarinê. Herkesê heman tiştî dixwar, wakîno pere nekaribû xwarina bi lezzetir bikire. Piştî ku zengîn nekaribûn di mal de xwarin bixwin û vir ve, êdî rê ji wan re nemabû ku fîyaqa xweya tiştên fentezî nîşan bidin. Dewletîyan, wek berazên dermale ên jibo şerjêkirinê, bi xwarina tiştên bi lezzet û razana li ser sediran, êdî jiyana xwe di mal de xerc nedikirin. Wek wan ihtiyac bi nivistinek dirêj, hemamîşek germ hebû, û çiqas bêjî xwe ji nexweşîyên daîmî hemetdikirin, êdî ew nema kabirbûn bi xoşbînîyek tembel, hişên xwe an jî bedenên xwe mehf bikin.

Dewletî êdî hew karibûn xwe li ber vê yasayê rabigirin, û rojek ew li hev civîyan û şrove kirin. Li dû pirsên hêrsker, keviran domand, û ji bo xwe xelas bike Lycurgus revîya. Wî pêk anî xwe ji hemû êrîşkaran xelas bike, merivek ku navê wî Alcander bû, ne tê de. Dema ku Lycurgus li paş xwe zivirî ku bibîne ka kî li pey wî ye, Alcander bi şivek li serçavê wî xist û çavek wî kor kir. Ewên dî gihaştinê û bi serçavê xwînî û çavek kor Lycurgus dîtin. Ji ber kirinên Alcander ew şermende bûn û ji bo ku siza bike wan wî teslîmê Lycurgus kirin. Lycurgus ji bo ku wan wî parast, spasîyên xwe dîyar kirin û wek xizmetkarek Alcander hilda mala xwe.

Di vê pozîsyonê de, Alcander şansek qefalt ku bibîne Lycurgus ka merivek çevan kubar û zor-xebatkar e, û ji dijminayetîyê zivirî bû heyran û hevalek wî. Lycurgus gote heval û hogirên xwe ku Lycurgus ne merivek xirab e bi qasî ku ew difikirîn, lê zêdetir merivek herî kubar e di cihanê de. Bi vî tewirî Lycurgus evî merivê kûvî û hov, kir hemwelatîyeke Sparta ê herî qenc.

* * *

Aşxaneyên gelemperî ji maseyan, her mase ji panzde kesan pêkdihat. Her mehê her merivek bi anîna kontenjanek xurek û şerabê berpirsîyarbû. Divêya bû ku her Spartayîyek zarokên xwe weka dibistanek aqilmendîyê bişînin van maseyan. Li wê derê, weka mêrekî heke divêyabû ku zarok însanan guhdarî bikin ku ka çewan şûlê dewletê şirove dikin, û fêrî kubar axaftinê bibin. Bi mîzacek rind qise kirin û guhdarîkirina henekan bi taybetî muhîm bû. Ji bo garantîya eşkeretîyê, her zarokek dema dihatin hundir, merivekî herî kal digot: ‘di vê derê de (derî nîşan dida) tu gotinek naçe der.’

Çi wextê kesek ku bixwesta bibe endamê vê civaka kiçik, endamên dî bi dizî bo wî raya xwe davêtin. Her endamek ji hevîr topek davêt nava tasek, û ji bo itirazan berteref bikin ev topa hevîr nehata pehnkirinê. Eger yek bîla ji wan topên hevir pehn bûbûya, berendam dê wenda kiribaya.

* * *

Ji ber ku gotinên kahînên Delphî bûn yasayên Lycurgus watedarbûn û ji wan re dihat gotin rhetra. Yasayek ew bû ku, divêya yasa asla nehête nivîsandin.Yasayên Sparta, bi perwerdeyîyek baş divêya di aqilê hemwelatîyan de bihata nivîsîn, eger ku fêrbûyîn têr baş bûbûya yasa divêya nepêwist be. Dadgerên biaqil divêya ruhê yasayan timî taze bigirin.

Wek ji bo yasayên bazirganîyê Lycurgus ne dilxwazbû ji bo karsazîyan distûran tarîf bike. Wî çêtir digirt ku bihêlin pirsgirêk, bi sedemên xapînok ên liser bingeha wergerandina nivîsîn na, lê bi ramanek dadgerane bête bişkaftin. Bi vî awayî yasa bi xwezayî li sedemên guherbar dihat.

Rhetrayek dî jî ew bû ku , bi nêrîna pêşîn li meriv xerîb dihat — lê bi hûrnêrînek nêzîk dihate fêmkirin ku jîrik bû — divêya qatîyên avahîyên Sparta tenê bi devbivirek, û derî û neqeb jî bi devbirekan bihata çêkirinê. Darên xam di van her dû deran de mobîlyayan araste û şahane dida xuyakirin. Lycurgus dizanibû ku însan nivîn û mobîlyayên xwe yê dî dê li anagorê van mobilyayên sade çêbikin û têkberên dî dê li vana guncînbin.

* * *

Li anagorê raya Lycurgus, şûlê herî muhîm ê yasaçêkirox, bi taybet fêrkirina gencan bû. Di despêka herî sereta de wî dest bi dabaşa zewaca ku zarokên fêrbûyî dê jê bêne hilberîn kir.

Ji keçikan rev û egzersîz dihat xwestin bo bebikên wan di zikê dayîkên bijûndar û tendirustdar de mezin bibin. Ji bo ku wan wêrek bike, Lycurgus ferman da ku keçik carna rîprûd derkevin pêşberê xortan, dans bikin û stranan bêjin. An na, keçik ji ber qelewî an jî wezatiya xwe dê şermende bimana, û ew zor xoşhal dibûn ku li pêşberê temaşevanên welê payeberz ciwantiya xwe danîşankin. Di stranên xwe de keçikan pesnê wan xortên ku wêrek û saxlem bûn dida, û tinazê xwe bi zilamên ku tirsok û weza ne dikir, û evîna xortan a bo şan û bêşermîyê tûj dikirin. Ji ber vê yekê jinên Sparta tama hestên bilind distandin, di rêyek welê de bûyîn wan qebûlê qada çalakiyan dikir.

Dadgerên qenc ên mirovayetiyê jinên Sparta bûn. Xatûnek ecnebî rojek li jina qumandarek Spartayî dîqqet kir ku di topa cîhanê de tenê jinên Sparta ne li mêran hikim dikin. Xatûna Spartayî ‘ancax emin ku mirovan mezin dikin’ bersiv da.

Bandora performansa civakî a xanimên genc bi xwezayî li ser xortên genc hebû, lê hevdîtina evîndaran divêya bi veşartî bûya. Ew timî di nav tirsa hedefbûyîna qirfan û tesbîtbûyînê de dijîyan.

Zewaca wan bîla weşartî dihat cih. Merasimek basît a taybet bo bûkê û malbata wê hebû, paşê porê wê kurdikirin û cilê mêran lêdikirin. Piştî şîvê zava bi dizîka dihat û tev wê radiza, paşê di nava tirsek girde a belkî hinek fêmbikin de, zûka dizivîrî û diçû tev hevalên xwe dinivîya. Mêr û jinê divêya dek û dolaban sererast bikin û bêne cem hev da ku kesek wan seh neke. Berya jinên xwe bi çavê rojê nedîtine, zarokên mêrên Sparta bile ji wan çêdibûn.

Dema mêr digihaşt temenê sihî, destûr digirtin ku mêr û jin tevhev bijîn û bi serbestî malek sererast bikin. Ji ber ku nadir û bi mişkîlat yek û din didîtin, bo evînê ew daîma bi bijîyek tendurust digihaştin hev û dû. Timî welê zû ji yek û din diqetîyan ku bi sedema dûr û dirêj li nik hevûdû mayînê tu tiştek nedima da ku pê bêne xeceletkirinê. Daîma hinek xwestekên netetmînkirî li paş diman.

Pexîlî hatibû qedexekirinê. Eger du mêran ji aynî jinê hes kiribûya, ew dibû sedem ji bo ew bibin dost, ne dijmin. Ji bo berge ji ber neberpirsîyarîya şehwetê bête girtin, bi sînorek teng, Lycurgus şan û şeref qebûl dikir ji bo wî mêrî ku jina xwe bi deyn bide mêrek dî da ku toximê qalîte jê bête girtin. Wî dixwest ku zarokên Sparta ji mêrên herî baştir bêne hilberandin ku qalîteya wana baş bête domkirin. Di çavdînîya Lycurgus de zarok ne malê dêbavên xwe ne lê endamên civakê ne. Derkarê zarokan de zagonên neteweyên dî ji wî re wek tiştek tewş û neliyaq dihat. Merivek çima ewqasî diqqet dike bo seyên xwe, bo hespên xwe, û derkarê çêlikên baştir de bo fehlan mesref bîle dike, lê bi îsrar dixwaze ku jinik îlla zarok ji wî hemilbike? Dipdîyar e, bêqalîtehîya vî bavî dê derbasê zarokên wî bibe, û ew dê bibe qurbanek wanê sereta, halbûkî zarokên mêrên qalîte dê ji nifiran zêdetir bi bereket be bo mêrê ku malek daye wan.

* * *

Her çi çax zarokek ji dayîk bûbiya, ji bo kontrolê ew dê bihata teslîmkirina konsulek pîrejinan. Eger zarok zededar bûya pîran dê wî biavîta nava qelşekî. Zarokek welê nesax, di çavdînîya Spartayîyan de divêya nejîyaya. Zarokek nuhbûyî gerek bi şerabê bihata şûştin da ku xurt be. Ew çalak û serbest lê ne wek bebikên girînok mezin dibûn. Zarokên Spartayî ji tarîtîyê neditirsîyan, an jî ji bo xwarinê muşkulpesentî nedikirin.

Di temenê heftan de zarokên Sparta malbatê terk dikir û diçû diketin bin dîsîplîna leşkerîye. Ewên ku hunerwerî û dilêrîya herî baş nîşan bidana, bi desthilatdarîyek emirdayînê û hêza sizakirina serkeşîyê, dê ji aliyê însanên kal ve wek liderek li ser zarokên dî bihata pîşandin.

Babeta bingehîn a ku ew fêrdibûn rajêrî û qumandarî bû. Zarokên Spartayî, da ku bibin ronakbîr, têra dilê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dibûn, lê hînbûna tehemmulkirina êşê û fetihkirina di şerî de muhîmtir berçavbû. Însanên kal raçavek herî nêzîk li ser wan dihiştin, û timî wan tesele dikirin ku fêm bikin ka kîjan ji wan dê şerê rasteqîn de bibe merivek kêrhatî.

Di temenê donzdeyîn de fêrbûna wana leşkerî destpêdikir.Gedeyek ji çend gurubên ku ji alî îrenan–însanên bîst salîn- ve dihate qumandekirinê, daxilê yekê dibû. Ev îren di şer de qumandarê wan û di mal de jî malxoyê wan bû. Ew di vê dibistana çetindar de heta temenê hijdeyîn diman û piştî wî wek merivan dihatin venasîn.

Spartayî dema ku zarok bûn, ji hewranek pêştir wan îzin tunebû tiştek di wergirin.Bê pêlav, bê cilên binî û bê cilên veserkirî, -li gel zivistanê jî. Ew di nava gurubên xweyên leşkerî de li ser cûl (hesîr)ên ku wan bi destên xwe ji nav çem çinandibû, dinivîyan. Herçî zadê ku bo xarinê didan wan jibin têrê nedikir, ku wan ji birçîbûnyînê vehêlin, ew dihatin dehfdan ku bi dek û dolabên dahîyane planên dizîkirinê amade birkin.Eger ew bihatan qefaltin, ne ji bo exlaq, lê ji bo sûcdarîya leşkeri ku çima ji bo neqefaltinê dîqqet nîşan nedane, dê bi tundî bihatan qamçîkirin. Bêzadî dibû sedema dirêjtirbûyîna wan, lewra pirzadî giranîya ruhê gedekî dadixist û wî kin û qelew dihişt.

* * *

Spartayî hatibûn fêrkirin ku bi çîçikek peyvikan gelek tiştan bidin ifadekirinê.Xuyê zarokan ê bêdengîyek dirêj hebû, û welê dema ew di encamê de diaxivîn, peyvikên wan watedar û balkêşbûn.

Mesela yekê Atînayî henek kiribû ku, şûr-daqurtaner peyvikên Spartayîyan bikartînin lewra gelek kurt in, û yekê Spartayî bersiv dabû: ‘ji bo em bi wan bigihêjin nav dilê dijminên xwe me ew têra xwe dirêj dîtine.’ Wek peyvikên wan ên kurt û tûj, gotinên wan ên kurt û tuz jî hedefa xwe didît û bala guhdaran dikêşandin. Aha li vê derê çend mînak ji alî Lycurgus bixwe:

Merivek îddîa dikir ku Sparta divê demoqrasîyek ava bike, u li ser vê yekê Lycurgus bersiv dabû: ‘Ji malbata xwe ve dest pêbike.’

Yekê dî pirsîyar kiribû ku çima qurbanên bo Xwedayan mezintir nîn in, û Lycurgus bersiv dabû: ‘Ji ber ku divê timî em hin tiştan pêşkêşê wan bikin.’

Dema ji Lycurgus pirsîyarkirin ku divê Spartayî çawan berge ji dagîrkerîya dijmin bigirin, wî gotibû: ‘Bi domandina feqîrîyê, û heta ji wan hatiye xwe ji yek û din dewletîtir nîşan nedin.’

Ew merivên ku pêşnîyaz kirin li dora Sparta diwarek bête çêkirin re Lycurgus got: ‘di şûna briketan de diwarek ji mirovan, en çêtir e.’

Şêwazên wan welê tûj û pêwendîdar bû ku wek leşker û atlet Spartayî, ji hunerên xwe zêdetir bi hesta xwe gelek navdar bûn. Her çenda, di nav Yûnanîstanê de di ceng û sporê de ew qat qat çêtir bûn jî, egzersîzên rewşenbîrî, wek esasê jiyana Spartayîyan dihat pejirandin. Ji pêşwextîya temenê xwe ve ew, dihewisîn ku bi kêm peyvikan, gelek wateyan qat bikin û bipêçin –û, bi muhîmtirîn, dema biaxivîyan an jî hişbûyan.

Li ser jiyana wan a sade û mandedar, hirehir(6) wek çeşîdek sos bû. Henekên wan bêwate nebûn, lê timî li ser temelek welê qiymetdarbû ku li ser were ramandin.

* * *:

Muzîk, wek temrîna guftûgoyek spehî, parçeyek muhîm a fêrdarîya Spartayîyanbû. Welê lawjeyên bestayî distrîn ku Spartayî ji bo çalakîyan pê xwestekar diman. Gava zemanê cengê dihat wan bi dengê flûtan re welî lawje digor ku, herwekî ew dijminên xwe têkdibin. Bi ewlekarîyek welê temam bi şahî û aramî dimeşîyan nav cengê ku her wekî ji alîyê hinek xwedayan ve hatibin bexşandinê. Bandoriya muzîkê li ser hestan ji hin deran dî zêdetir li Sparta dihat bikaranîn. Weka ku Terpander gotibû Spartayî:

Rimên wan zexm bûn, muzîka wan şîrîn, Û edlayîyê girtibû kursîpalek firazwerîn.

Ji bo Spartayîyan, li ber rûberkirina zehmetîya temrînê, ceng weka cejnek pîroz bû. Ji bo ew dîsîplîna xwe Tenê di dema cengê de wan destûr hebû bo terkdana dîsîplîna xwe û xwe bixemilînin. Wan divêya pûteyek taybet bida dûzkirina porên xweyê dirêj, lewra Lycurgus digot porê dirêj rindayî, teror kirêt dide rûyê mirov.

Hebûna destûra cengkirina li nêzîgî qral, serdewarîyek girsetirbû, cihê nêzîgtir bo serfirazketîyên lîstikên Olîmpîkê(7) bû. Lycurgus bixwe hostayê hunera leşkerîyêbû. Yek jî wî di damezrandina lîstikên Olîmpîk de cih tirtibû, û dema lîstikên Olîmpîk hatin lidarxistin peymana aştîyê hatibû dîyarkirin.

Berya destpêkirina cengê, ji bo Spartayîyan bînin bîra wî ku adlayî were ser çalakiyên wan, qral pêdivêbû qurban bide Muses (8), ji bo ku ew di nav stranan de bijîn, ji ber vê yekê divêya wan hinde tiştan bikira. Paşê, eger elametên qurbanê başbûya, qral emir dida bilûrvanan daku qesîdeyan bo Castor(9) bêjin, û ber bi êş û mirinê ve gav diavêtin, bi nîyeta qehremanîyê dihatin dagirtin. Cengvanên wek vana dixuya ku ne xwedanê tirs û lerzê ne.

Carek dijmin direvîya, ji bo pêbawerbûna serkeftinê, Spartayîyan têra xwe raçav dikirin. Dijminê ku şer nake lê bi sedema jiyana xwe direve bête kuştin, di çavdînîya wan de barbarîbû. Ev ji sîyasetek berfirehbû: Carek ev tişt eşkerabû ku Spartayî tenê ewên ku axa wan dagir dikin, dikujin —lê ewên ku direvîya, dibexşandin—dema Spartayî dihatin nêzîg, dijmin tar û mar dibû. (10)

* * *

Hewcê gotinê nîn e ku carek zêr û zîv li Sparta ji tedawulê rabûbû, derbasdarîya wan miribû. Wekhevî û serxwebûnê, cihê çavbirçîtî û xezanîyê girtibû: Wekhevî lewra wan hemû di avahiyên basîd de dijiyan û di sofreyên gelemperî de dixwarin, û serxwebûn lewra xwestekên wan biçûkbûn. Spartayîyan dema xwe bi muzîk û dansê, nêçîrê, çûyîna ser qadên egzersîzan, û bi çûyîna cihên guft û gohên gelemperî derbas dikirin.

Ji ber ku helotan (11) (serfan S.S.) îş dikirin, mişe mişe zemanê Spartayîyan a vala hebû. Ji ber ku yasa li dijî pîşeyên bêkêrbû, bo karsaziyan xembarî li holê tunebû. Memleketek ku tê de altûndarîya dewletîbûnê tune ye, vaya dîsa jî dê bûbûya xericandina demê. Ewên ku temenê wan li biniya sih salanbû, ji xwe nikaribûn herin borsayê bîle, ji bo mirovên kamil etû bû ku li hev li hev di cihên welê de bêne dîtin

Yekê Spartayî di seredana xweya Atîna de bihist ku yekê Atînayî sirf ji bo ku bê şûl bûye [ku sûc bû li Atîna] hatiye sizakirin, wî ji mîhmandarê xwe re got ku bi wî merivê ku hatibû sûcdarkiri ji bo xwestina wî a jiyanê wek Spartayîyan re, hevdîtine sererast bike.

Carek dî yekê Atînayî ji yekê Spartayî re gotîye ku Mirovên Sparta, ji ber ku dibêjin ‘em çi dêjin rast e’, Spartayî bersiv dabû: ‘em xuyê we yê kotî hîn nebûne.’

Geşta derekeyan û serdanên dereke di Sparta de qedexebû, lewra Lycurgus wek belayek ji ramanên dereke û luksên dereke ditirsîya.

* * *

Lycurgus hemwelatîyên xwe welê perewerde kiribû ku bivêya nevêya ew nikaribûn bi serê xwe bijîn. İzna tu kesê tunebû li gorê dilxwazîya xwe bijî. Bajar wek bargehek çekdarkirîbû, û herkesek peywirek wî hebû. Xîreta gelemperî, hemberîyê kiribû tendurustîyek herî mezin ji bo resmîyetê.

Ji destdayîna jibartina bo senatoyê re merivek divêya en hindik şêst salî bûya. Perwira senatorîyê temenrewa bû. Konsulek ji 300 nûneran pêkhatî jî hebû. Paşê komîteyek a ji pênc dadgeran pêkhatî her sal dihat hilbijartin bo bi cih anina karîna birêvebirina dewletê. Maweya resmî bo dadgeran tenê salek bû û wek dagerek, disa-hilbijartin negengazbû.

Hilbijartin wek awayê jêrîn dihat bikaranîn: Temamê mirovên Sparta dihatin vexwendina nav zevîyek. Li nêzîg, di hundirê malek biçûk a bê percere de, berendamên ku bi çepikan dihatin pêşkêşkirin, hin dadgeran wan dinirxandin. Tu car gengaz nînbû ku dadgerek bizanibe ji kîjan berendam re çepik dihat lêxistin, di ser de ew sira pêşkêşkirina wan jî nizanibû.

* * *

Dema wî dît ku yasayên wî di hişê Spartayîyan de reh berdaye, Lycurgus gazî komelek însanan kir û gote wan ku heta niha her tişt pir baş derbas bûne, lê tiştek dî kêm -a herî muhîmtir- mabû ku bi cih bête anîn. Heta ku neçû û dîsa bi kahînên Delphî re şêwra xwe çê nekir wî ne got ka ew çi bû. Berya ku ew derkeve ser rêya xwe Lycurgus, dadgeran, senatoyê û gelê Spartayê da sondê ku heta ew şûn ve bizivire, li ber yasayên wî serê xwe bitewînin û tu tiştek neguhêrin.

Lycurgus hê di temenek navsal de bû lê dikaribû bê poşmanî terk bide. Piştî terkdana Sparta, ew ji xwarinê hat birîn û bêdeng wenda bû -terkdana ji Spartayîyan, bo tiştên ku wî li pay xwe hiştibû ew bi sonda sedeqatê a heta hetayê pê ve girêdayî man.

Spartayê pencsedsal qanûnên Lycurgus hemet kirin û di nava Grîkan de şehreke herî hêzdar û navdar bû. Lê di encamê de destûra zêr û zîv û tev wan ew tiştên kotî ên dî ku bi evîna peran hatibû afirandin hat dayîn ku werin hundir.

Lysander divê bête tewanbarkirin, lewra wî ji cengê wan tiştên pîs ên zengînîyê anîbû. (12) Her çenda ew bixwe dejenere nebûbû, Lysander Spartayê bi temahkarî û luksîtîyê perok kir û yasayên Luycurgus ruxand.

* * *

Însan îtaet nakin, heta ku rêveberên wan nizanibin ka çewan emir tê dayîn. Rêveberek rasteqîn bixwe, îtaeta hemwelatîyên xwe diafirîne. Girîgîya zaniyarîya rêveberîyê ew e ku hemwelatî xwe bi rasteqînî bike dilxwaz bo emir stendinê, hema weka giringîya hûnerê ajotina hespek ku bi gura li xwe siwarî dike. Spartayî sirûşdarê ne tenê dilxwazîya îtaetê bûn, lê di heman demê de pozîtîf xwestekek wan a emir girtinê jî hebû.

Li anagorê Grîkên dî, Sparta perestîşxaneyek pîroz a edlayîyê û aqilmendîyê bû, wek nakokîya pêpezkirinê, despotîzmê û hakemîyê dihat binavkirin. Timî nedivêyabû ku ser li zorê bête xistin. Spartayîyan her wekî mêşên hunguv ku li dora keybanûya xwe dêlî dibin, kêm caran yek balyozek ku herkesê di derbek de guh dida dîrektîfên wî dişand. Dema ku şehrên dî ên topa Grîkê hewcedarî bi alîkarîyek hebûya, ne ji bo peran an jî artêşan lê daxwaza wan tenê ji bo qumandarek Spartayîbû. (13)
.

Niyetek Lycurgus a ji bo fetihkirina şehrên dî tunebû. Li anagorê dîtina wî, wek a merivek, xoşbextîya netewayek ne bi hêz û dewletîbûyînê ve lê bi egzersîza fezîletê ve girêdayîye. Armanca yasayên wî ew bû ku Spartayîyan bike xwedî ramanek azad, bixwebawerî, û maqûlîyê. Gelek fîlozofan planan ji bo rêxistinên girîng li pey xwe hiştine, le Lycurgus–ne tenê di nivîsînê de lê di rastîyê de- bi temamî nivîskarê dewletek fîlozofîk(14) bû ku ên mayîn nedikaribûn kopye bîle bikin.

JÊRENOTAN

(1) Plutarch tesdîq dike ku dema jîyana Lycurgus nediyar e.Texmîna baştir wek 800 BZ nîşan dide. Bnr K.M.T. Chrimes. Ancient Sparta (Aberdeen: Philosophical Library, 1949)

(2) Seranser di dîroka xwe de dû qralê Sparta hebûne û herdû jî ji nesla Herkules bûne. Plato dibêje me ku (Laws III, 682 et seq) Piştî vegerandina wan a ji Cenga Troîyan a deh-salan, Dorîan kontrola Lacedaemon (Sparta), Messene, û Argos’ê girtine. Troîyan li dora 1250 B.Z. hatibûn raqewirandin. Yekîtîya Dorîyan ji wan her sê bajar-dewletan pêkhatibû. Tenî Sparta bi avadanîyeke resenî a ji bo hemûyan hevpar ve sadiq mabû. Sparta paşê, Messene jî tê de, zêdetir memleketan fetihkir. Bnr Ivor Gray Nıxon, the Coming of the Dorians (New York: Praeger, 1968)

(3) Girava Grîtê wek kelefeyek kevintir a şaristanîyet a Mınoanîyan niştecihek di bû bo Dorîya. Li dora 1600 BZ bi peqîna girava Thera’yê ve bi bandorîya med û cezîrê, pêlên mezin kelîyan û sêlavek, bi niştecihên dî ên qerax ve avgira Grît’ê hilda bin xwe.Myceneanîyan împaratorîya Mınoanîyan a kotirim dagir kirin û daxilê nav Grîtê kirin. Dorîyan Myceneanîyan têkbirin.

(4)Di bajarê Delphî de perestîşxaneyek a wexfa (xwedayê Rojê û sedeman) Apollo hebû. Plutarch ji gelek salan û vir ve yek ji dû papazên vê perestîxaneyê bû. Apollo xwedayê Dorîyan ê taybet bû. Di vê perestîşxaneyê de rahibeyek hebû diçû îpnotîze dibû ku xwedê raste rast bi wê re biaxive. Ew di nav Delphî de kahîneyek navdarbû. Di ve Perestîşxaneyê de dû destûrên tescîlkirî bi vî awayî bo Grîkên Antîq nimûne mabû: ‘Xwe bizanibe’ û ‘ne tiştek pir û pir.’

Kahînê Delphî timî bersivên dostdoxrî dida, lê carna bersiv neronbar jî dibû. Wek nimûneyek, Qralê Lydîayê Croesus pirsîyar kir ku gelo ew dî qralê Persîyayê Cyrus (Kuroş, Seîdê Sîsî) têkbibe an jî merçên teslîmbûyînê ka çine, û kahîn bersiv dabû: ‘Egere tu ceng bikî qralîyetek a mezin dê hilweşe.’ Croesus ji vê brsivê cesaretek mezin girt û artêşa wî dido li yek artêşa Cyrus bû, û di cenga Thymbra de rastî Cyrus hat (545 B.Z.). Bi rastî jî wê rojê qraliyetek mezin hilweşîya lê ew qralîyeta Croesus bû. Û dema Spartayîyan pirsîyar kirin ku gelo ew dê herêma xwe ber bi başûr ve berfereh bikin an na, û kahîn bersiv da: ‘di zevîyên Tegea de dans bikin .’ Bi rûxarî ev wek bersivek ewla bû bo Spartayîyan hatibû dayîn ku ew bixwe ewle bûn û ji bo dîlgirtîyan, wan zencîrên xwe jî tev xwe hildabû. Lê ew têkçûn, û di bin zencîrên xwe û di bin qamçîyan de ew çûn nav zevîyan û wek rencberan xebitîn. Ev ew bû ku Spartayîyan çewan di nav zevîyan Tegea de ‘dans’ dikirin.

Plato describes the Spartan form of government in this way: “I do not know what name to give it. The board of ephors is tyrannical, but Sparta sometimes seems the nearest thing to a pure democracy of all states. It would be absurd to deny that it is an aristocracy, and it includes a monarchy — the oldest in the world.” Plato, Laws, IV 712.

(5) Plato, forma karbidestîya Spartayîyan bi vî tewirî rave dike: ‘Ez nizanim çi nav lê bêkirin. Lijneya dadgeran tîranî ne, le di nav temamê şehir-dewletan de Sparta tiştek e ku ber bi demoqrasîyek ve carna zelal xuya dike. Înkarîya wê dê bêmantiqî be ku em bêjin ew arîstqrasîyek e, û ew daxilê monarşîyek e- a herî kevin di topa cîhanê de.’ Plato, Laws, IV 712.

(6) Hire hir di jiyana Spartayîyan de gelek navdarbû. Wê tenê wan nedidaya şakirinê, lê yek jî hêzdar dikir wê sîstema wan û, ew mirovên ku xwe lê sistemê neanîne dida şermende kirinê.Aqlê selîm ê bo pêkenoka, wan krîterîyaya bo lîderên wan bû.Bo dabaşa tîmarkirineka wan a balkêş, bnr E. Davıd, , “Laughter in Spartan Society” in Classical Sparta: Techniques Behind Her Success, edited by Anton Powell (Norman, Oklahoma: University of Oklahoma Press, 1988). Nimûneyek bo şahîya Spartayîyan ji alî xebatên Plutarch ve hatîye vegirtin bi navê Sayings of the Spartans (gotinên pêşîyan ên Spartayîyan-SS): Merivek bi neqencî di nava rizika naqaratek de hatibû bicihkirin û ew diqîrîya: ‘şahane, dîrektor! Te welê awayek dît ku bi wî ev ciha jî navdar kir.’ Mînakê zêdetir:

Dengê merivek hat bihistin ku mukemmel wek bilbil dixwîne, yekê Spartayî got: ‘min bilbil bixwe dît.’

Yekê Spartayî însanan li ser daşrê rûniştî dibîne û dibêje: ‘gelo cihek ne musaîd bo min heye ku ez ranebim û cihê xwe nedim yekê kaltir.’

Rojek merivek, dibîne ku Pedarıtus bêserkeftin dikeve bo hilbijartina Sê Sed (bijareyên yekîneya leşkerî a artêşa Sparta) û pirsîyar dike ku liger vê bêserkeftinê ew çima dikene. Pedatritus bersiv dide û dibêje ez xoşhalim ku 300 merivên ji min qenctir di bajar de hene.

(7) Olîmpîyada sereta di 776 B.Z.de bû. Pêşî Herkulus van lîstikana dabû damezrandın, lê ew tunebûn çûn.

(8) Muses neh xûşkên xudawendbûn, her yekê ji wan serokatîya forma hunerek cuda kiribû. Ew keçên Zeus (Jupîter)bûn, qralê xudayan, û Mnemosyne, xudawenda hiş.

(9) Castor yek ji xudayên cêwî ê Spartabû. Birayê wî Polluxbû. Li anagorê îddîayan, ew ji yekîtîya Zeus (Jupiter) hatibû zayîn, û mirî hatibû afirandin ku navê Leda hatibû lêkirin. Tev bihev re ew navdar in wek Gemini, çewan ku îşaretên astrolojîk navê xwe jê digire.

(10) Cenga Leuctra di orta Thebîyan û Spartayîyan de di sala 371 B.Z. de qewimîbû.Generalê Thebî, di wî şerî de dawî heta hetayê li payedarîya Spartayîyan da. Bnr Jînenîgarîya Pelopidas

(11) Helotrs, dîlketîyên welê bûn ku Dorîan ew teslîm girtibûn. Ew ji alîyê takekesan ve na ji alîyê dewletê ve hatibûn lêxwedîbûn û wan bi destê efendîyên xwe gelek zehmetîyên bêrehmî kêşabûn.

.

(12) Berhema Plutarch a Jînenîgarîya Lysander, daxilê vê hejmarê nebûbû. Lysander dawî li Cengên Peloponesîyan ên ku di nava salên 431 û 404an de pêkhatibû dabû. Ev ceng eşkerekirina pevçûna serokatîyê a di orta dû bajar-dewletên Grîkan, Athen û Spartayê bû. Dijraberî îdeolojîk û di heman demê de niştîmanî bû: Spartayê karbidestîya arîstoqratik destek dikir, û Athenîyan jî demoqrasîyê destek dikirin. Vê yekê temamê cîhana Grîkî tev xwe kir. Heta ewên diberxwedabû ku li derê cengê bimînin jî, wek Melianîyan, ji alîyê dagirkerên Athenîyan ve hatibû lêzordan. Di encamê da Spartayîyan qezenckir û Athenîyan têkçûn û teslîmîyeta xwe dîyarkirin. Thucydides û Xenophon mîna Cenga Sar, derkarî vê cengê de bi temamî dîrok nivîsîne. Bnr Jînenîgarîya Perıcles û Nicias.

(13) Bnr Jînenîgarîya Nicias û Dion.

(14) Socrates waha gotîye: ‘Welatên herî bi ber û bereket a Di nav cîhana filozofîk a Grîkan de Grît û Sparta ne ku li wan deran ji temamê cîhanê zêdetir însanên aqilmend peydabûbûn. Lê wan aqilmendîya xwe veşartî hiştine, û basî kirine xwe saf nîşanbidin, wisan daxwazkirine ku, di fezîleta aqilmendîyê de na, lê di şerî de xwe gewretir nîşanbidin. Fikra wan ew bû ku eger ew aqilmendîya xwe eşkere bikin,bo aqilmendîyê dê her kes diberxwebide… Di nav van bajar-dewletan de (Grît û Sparta) ne tenê mêran, lê jin jî bi pêşdebirina rewşenbîrîya xwe pesindar bûne. Ev e ku ez dixwazim rastîyê bêjim divê hûn bizanibin ku Spartayî di qada fêrdarîya filozofiyê û axaftinê de ên herî serkefbûyî ne. Eger hûn ketûber bi yekê Spartayî re qise bikin hûn dê bêjin ev seme ye, lê di encamê de eynî wek nîşandarek hosta, li tiştên biçûk dixe lê we dixe şûna zarokek. Plato, Protagoras 342.

vi nivisa bere bi zimane Ingilizi hatibu capkirin.

Share
Tags:

0 Comments

Submit a Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *