LYCURGUS
Bavê Sparta
(Teqrîben BZ 800)(1)
L U K O U R G O S
by Plutarch
Lycurgus li Spartayê(2) ahengîyê,
sadetîyê û tirûşdarîyê ava
kiribû. Ev civaka cengawer li anagorê perwerdedikirinek
sîstematîk zarokên xwe ji bo armanceke pêşewayî,
firşik, rûhê civakî û zanahîyeke
pêşketî amade dikir.
Lycurgus bi nesla
yanzdehîn ji dola Hercules bû, û ew ji du malbatên
qralîyeta Spartayê di yekê de prensê duyem bû.
Dema bav û birayê wî yê mezin mirin Lycurgus ji bo
qraltîyê bû wêrisdar. Li gel vê yekê
birayê wî yê mirî jineke hamîle li paş xwe
hişt, û eger zaroka wê kurek ba û sax bihata
cîhanê dê wî maf hebe ku bûbe wêrisdar jibo
qraltîyê. Ev jinika hanê hat cem Lycurgus û lê
teklîf kir ku, eger ew wê bi jinanî ji xwe re bipejirîne ew dê zaroka xwe
ji berxwe bike.
Lycurgus bi
teqlîdî xwe di fikra wê de nîşan da û
wê da bawerkirin ku bi hesta zarûk ji ber xwe kirinê,
terdurustiya xwe navêje tehlûkeyê. Di şûna
vê yekê de wî teklîf li wê kir da zarokî
bikuje û emrên sert da ku dema zarokek bû nebû didest
da bînin ba wî. Rojek dema ew tev hinek dadgerên
Spartayê di şahîyê de bû, gedekî
nûbûyî anîn hundur ba wî. Wî gede hilda ser
zendên xwe û wî ‘ho mirovên Sparta’ got,
‘aha qiralek bo me ji dayîk bûye.’ Paşê
wî gede li ser qada şerefê vezeland û navê
Charilaus lêkir ku bı wateya ‘şahîya
însanan’ dihat.
Însanên
Sparta ji qarekterê vî
merivê ku karibû ji adaletê re rêz negire û hêza xwe ya pîroz nişan
bide û gede li erdê vezelîne re heyran man, lê bi
vî awayî ev tişt ji bo Lycurgus hêsabû ku wek
piştîvanê Charilaus li anagorê kapasîteya xwe li
Spartayîyan ferman bike. Disa jî dê û
aqrûbayên qralên genc ji Lycurgus nefret û
pexîlî kirin. Di nava îftîrayan de wan, Lycurgus bi
plankirina kuştina Charilaus sûcdar kirin.
Di encamê
de Lycurgus biryar da, ji bo berge ji sûcdardirinan bigire, tek rê ew e û hê ku
tiştek nehatîye serê zarok, heta Charilaus mezin bibe, û bibe bav ji bo
sirê, divê derkeve geşt û guzarek. Ji ber vê
yekê û dev ji hemû desthilatdariyên xwe ber da û
çû girava Gîrîtê.(3)
Di
Gîrîtê de Lycurgus rastî helbestvan Thales hat. Di
rûqal da Thales jiyana xwe mina muzîsyenek peyarê qezencdikir
lê bi rastî Thales mamosteyê şaristaniyê bû.
Kelamên wî yên delal, edlayîyê li însanan
şîret dikir da ku wek biratiyê bihev re pêwendî
çêkin. Tiştên ku Thales derkar de kelam digot û
wan jî jê hes dikir, mirovên qenc û
kamranîbû. Guhdarên wî xwidarîyên xwe ji
bîra xwe avêtin û di dilpakîya heyranîya gelemperî
de bûn yek. Di encamê de Lycurgus, bo amadekirina însanan a
rêya teze a jiyanê a ku wî nîyet kiribû
paşê bide nasîn Thahes da bawerkirin, ku tev kelamên xwe
here Sparta.
Lycurgus li
Grîtê li ser mijara forma rêxistinê bi dîqqet
xebitî û a ku dê kêrhatî be bo Sparta, jibart.
Yek jî ew çû İonia ji bo xebata li ser ferqa orta
zewqperestiya İoniayîyan û maqûlîya Grîtiyan
bibîne, weka ku doqtor li ser ferqa orta sax û nexweşan
dixebite.
Li İonia
Lycurgus berhemên nemir ên Homer venasî. Lycurgus
perçeyên Homer ê belavbûyî berhevkirin û
bawerdarbû ku dersên ciddî ên
mirovdewletîyê û moraltîyê di destanên
Homer de bi berfireh hatine naskirin.
Misrîyan
diyarkirin ku Lycurgus seredan bide wan jî, bi wê sedema ku
wî ferqîya orta mîlîtarîzmê û
şûlê sade ji Misrîyan fêrbûbû, bi
vî awayî zelalî û rindahîya civaka wan bide
Spartayîyan.
***
Piştî
ku Lycurgus ji bo demek dûrketibû, Spartayîyan jê re
nivîsîn û lava kirin ku şûnve were. Weka ku wan
îtîraf kiribû, tenê Lycurgus ji dil Qiral bû, li
dijî vê yên mayîn tenê tac dida serê xwe
û navdarîya xwe dîyardikirin. Wî kana rasteqîn a
altindarîyê hebû: Destûrek xweza, û zekayek bo
îlhama îtaatê. Qiralên Sparta bîla dixwestin ku
Lycurgus şûnve were, lewra wan wî wek merivek didîtin ku
incax ew kare wan ji xelqê biparêze.
Lycurgus ji niha
ve biryar dabû bo hinek guhertinên bingehîn li Sparta
divêyabû ku hatibana çêkirin.Dema ew zivirî
wî bi yasayan pîne nekir, lê di dewsa wî de
mînaka doqtorê ku nexweşê xweyê bi gelek
nesaxîyan pêşkarbû, ku parêza nesax diguhêre,
wî dehf dide bo egzersîzan, û wî dixe nav
çarçoveyeke nu a hiş, şopand.
Dîsa
jî berya hertiştî, Lycurgus çû Delphî(4) bo kahîn, ku ji bo qelawizîyê
pirsîyar bike. Kahîn gote Lycurgus ku duayên wî hatine
bihistin û ew yasayên Lycurgus ku dewlet raçav dike,
dê di cîhanê de navdarbin. Tev pişgirîyek
welê, Lycurgus çû bo pêşewayîya gelê
Sparta bike arîkarîya wan qezenc kir.
Wî ji
hevalên xwe yên herî nêzîk dest pê kir,
paşê van hevalan jî bi anîna hevalên xwe peymana
xwe fereh kirin. Dema tişt bo çalakiyê gihiştin, sih
merivan ji wan temamî bi çek
li cihê bazarê xwe dane xuyakirin. Pêşî
Charilaus zen kir ku ew dixwazin wî bikujin û bo
sitarîyê çû hundirê
perestîşxaneyê, lê di encamê de ew
beşdarî kuştinxwazan bû û wî fêmkir ku
temamê xwestekên wan ew bû ku ew bizanibin ku kes li
dijî reformên ku di hişê Lycurgus de ne nîn in.
Sazîya
herî sereta ku ji alîyê Lycurgus ve hate damezrandinê,
senatoya ji bîstûheşt însanan
pêkhatîbû, ku xwedî hêzek beranberê
hêza du malên qiralîyeta Spartayêbû. Di derkarê
pirsgirêkên muhîm de ji bo dengdanê mafê
însanan hebû, lê dema dengdanê ji alîyê
senatoyê ve dihate dîyarkirinê. Wekî ku Plato jî
îşaret kiribû, senatoyek ‘şûlê xas
ê ofîsa qiralîyetê amoş dike û
dinirxîne’ û wek safreya (asinê s.s.) nav gemîyek,
dengedarî û ewletledarîye dide civaka gelemper. Berê,
di derkarê demoqrasî û tîranîyê de
vewestina Sparta hebû: Anarşî û dîktatorî.
Hê ku herdû rapirîyan jî diberxwedidan, bi qertafa
senatoyê, rêveberîya dewletê dûzen girt, û
însanan û mîrên wan ji hev û dû re
rêzdarî girtin.(5)
Hinek
îslehetên pêşverû ên binetarî ên
Sparta piştî Lycurgus jî domandin. Tê hat gihaştin
ku gotarbêjên girseyî dibe ku carna hesta
pêşniyazîyan biçirpînin, û bi vî
tewirî dibin sedem ku gel dengê xwe bi ehmeqî bidin, û
eger vê yekê biqewime, mafê senatoyê hebû ku
meclîsê fesix bike.
Sed û sih
sal piştî mirina Lycurgus konsilek ji pênc dadgeran
pêkhatî, hêza birêvebirinê ji qralan standin. Di
rêxistina ku dadgeran damezrandibûn de, dema qiral Theopompus ji
ber ku kurê xwe qaşo
zêdetir heq kiribû lê ji payeya qada qraltîye kêm
paydar hiştîye ji alîyê jina xwe ve dihat
bêerzkirin, wî bersiv dida: ‘Na, ew qenctir e, lewra dê
dirêjtir bidomîne.’ Bi kêmbûyîna
rayedarîya biryardayîna wan ve, Qralên Sparta, ji
dexesîya gel rizgarbûn. Wan tu car di ber çavên xwe re
derbas nekirin ka çi diqewime li derdorê Messene û Argos, ew
cihên ku qralan heta piçika dawîn altindarîya xwe
lê bikardianîn de, wan her tiştî tesfîye û
wenda kirin.
* * * .
Piştî sazkirina
senatoyê, Lycurgus li ser pirsgirêka xwedîtîya milk
nutuq da. Wê demê newekhevîyek tunde di mabeyna
Spartayîyan de hebû, çimko piranîya seymaye û
milk tenê di bin qontrola kindik merivan de bûn.Gelekî
însanan xwe xezan û nekamran hîs dikirin. Kostekî
û dexesî, luks û sûcdarî, hemû tev encama
belavbûyîna newekhevîya mal û milk bûn. Lycurgus
erazî –pere na –
wisan bi wekhevî pay kir ku, lê tenê mezîyet
bû rûmeta mirovan.
Lycurgus nîyet kir ku
newekhevîya orta xwedîtîya malên guhêrbaz û
neguhêrbaz ji holê rake, lê wî fêm kir ku
eşkera bi cihanîna vê yekê dê gelek muşkulbe.
Ji ber vê yekê ew bi
rêyek nerasterê nêzîg bû. Çareserkirina
wî ew bû ku
xwedîtîya zêr û zîv qedexe bike, tenê
pereyê asin serbest be. Pereyên asin ên Sparta di sirkê
de hatibû noqandin ku degera wî zeîf û bê
rûmet be. Bazirgan bi vî pereyî dikenîyan, lewre
rûmetek wî a cewherî nîn bû, û bi vî
tewirî ithalata malên luks rawestîya. Rişwet û
rêbirîn ji nîşka ve ji Sparta rabû.
Hemû
pîşeyên bêkêr li Sparta qedexe bûn. Bi
tundî ev yasa pêdivê bû, çimkî bi
zêr û zîv ve ew temamê şûlên pîs
ên ku bi wan re hatibû jî tev teqezîn çûn.
Di welatek ku tê de perê zêr û zîv tune de
divê êdî kî dê bihata û
sextekarîyê, fal-bêjîyê, qaltaxîyê bi
cih bianiya û ticareta mucewherat û diziya wan tiştên
dî bikira? Bi vî awayî luksê, ew nefta ku wê
xwedî dikir hindik hindik wenda kir, bere bere mir û
çû. Awantaja
zengînan li ser feqîran nemabû çimkî
dewletîbûn êdî bêkêrbû.
Pîvana herî bi bandor
a li dîjî heskirina peran, yasaya Lycurgus bû ku divêya
hemû xurek di aşxaneyên gelemperî de tev gel bi hev re
bihata xwarinê. Herkesê heman tiştî dixwar, wakîno
pere nekaribû xwarina bi lezzetir bikire. Piştî ku
zengîn nekaribûn di mal de xwarin bixwin û vir ve,
êdî rê ji wan re nemabû ku fîyaqa xweya
tiştên fentezî nîşan bidin. Dewletîyan, wek berazên
dermale ên jibo şerjêkirinê, bi xwarina
tiştên bi lezzet û razana li ser sediran, êdî
jiyana xwe di mal de xerc nedikirin. Wek wan ihtiyac bi nivistinek dirêj,
hemamîşek germ hebû, û çiqas bêjî xwe
ji nexweşîyên daîmî hemetdikirin, êdî
ew nema kabirbûn bi xoşbînîyek tembel, hişên
xwe an jî bedenên xwe mehf bikin.
Dewletî êdî hew
karibûn xwe li ber vê yasayê rabigirin, û rojek ew li
hev civîyan û şrove kirin. Li dû pirsên
hêrsker, keviran domand, û ji bo xwe xelas bike Lycurgus
revîya. Wî pêk anî xwe ji hemû
êrîşkaran xelas bike, merivek ku navê wî Alcander
bû, ne tê de. Dema ku Lycurgus li paş xwe zivirî ku
bibîne ka kî li pey wî ye, Alcander bi şivek li
serçavê wî xist û çavek wî kor kir.
Ewên dî gihaştinê û bi serçavê
xwînî û çavek kor Lycurgus dîtin. Ji ber
kirinên Alcander ew şermende bûn û ji bo ku siza bike
wan wî teslîmê Lycurgus kirin. Lycurgus ji bo ku wan wî
parast, spasîyên xwe dîyar kirin û wek xizmetkarek Alcander hilda mala
xwe.
Di vê pozîsyonê
de, Alcander şansek qefalt ku bibîne Lycurgus ka merivek
çevan kubar û zor-xebatkar e, û ji dijminayetîyê
zivirî bû heyran û hevalek wî. Lycurgus gote heval
û hogirên xwe ku Lycurgus ne merivek xirab e bi qasî ku ew
difikirîn, lê zêdetir merivek herî kubar e di
cihanê de. Bi vî tewirî Lycurgus evî merivê
kûvî û hov, kir hemwelatîyeke Sparta ê herî
qenc.
* * *
Aşxaneyên
gelemperî ji maseyan, her mase ji panzde kesan pêkdihat. Her
mehê her merivek bi anîna kontenjanek xurek û
şerabê berpirsîyarbû. Divêya bû ku her
Spartayîyek zarokên xwe weka dibistanek aqilmendîyê
bişînin van maseyan. Li wê derê, weka mêrekî
heke divêyabû ku zarok însanan guhdarî bikin ku ka
çewan şûlê dewletê şirove dikin, û
fêrî kubar axaftinê bibin. Bi mîzacek rind qise kirin
û guhdarîkirina henekan bi taybetî muhîm bû. Ji
bo garantîya eşkeretîyê, her zarokek dema dihatin
hundir, merivekî herî kal digot: ‘di vê derê de
(derî nîşan dida) tu gotinek naçe der.’
Çi wextê kesek ku
bixwesta bibe endamê vê civaka kiçik, endamên dî
bi dizî bo wî raya xwe davêtin. Her endamek ji hevîr
topek davêt nava tasek, û ji bo itirazan berteref bikin ev topa
hevîr nehata pehnkirinê. Eger yek bîla ji wan topên
hevir pehn bûbûya, berendam dê wenda kiribaya.
* * *
Ji ber ku gotinên
kahînên Delphî bûn yasayên Lycurgus
watedarbûn û ji wan re dihat gotin rhetra. Yasayek ew bû ku, divêya
yasa asla nehête nivîsandin.Yasayên Sparta, bi
perwerdeyîyek baş divêya di aqilê hemwelatîyan de
bihata nivîsîn, eger ku fêrbûyîn têr
baş bûbûya yasa divêya nepêwist be. Dadgerên
biaqil divêya ruhê yasayan timî taze bigirin.
Wek ji bo yasayên
bazirganîyê Lycurgus ne dilxwazbû ji bo karsazîyan
distûran tarîf bike. Wî çêtir digirt ku
bihêlin pirsgirêk, bi sedemên xapînok ên liser
bingeha wergerandina nivîsîn na, lê bi ramanek dadgerane
bête bişkaftin. Bi vî awayî yasa bi xwezayî li
sedemên guherbar dihat.
Rhetrayek dî jî ew bû ku , bi
nêrîna pêşîn li meriv xerîb dihat --
lê bi hûrnêrînek nêzîk dihate
fêmkirin ku jîrik bû -- divêya qatîyên
avahîyên Sparta tenê bi devbivirek, û derî
û neqeb jî bi devbirekan bihata çêkirinê.
Darên xam di van her dû deran de mobîlyayan araste û
şahane dida xuyakirin. Lycurgus dizanibû ku însan nivîn
û mobîlyayên xwe yê dî dê li anagorê
van mobilyayên sade çêbikin û têkberên
dî dê li vana guncînbin.
* * *
Li anagorê raya Lycurgus,
şûlê herî muhîm ê yasaçêkirox,
bi taybet fêrkirina gencan bû. Di despêka herî sereta
de wî dest bi dabaşa zewaca ku zarokên
fêrbûyî dê jê bêne hilberîn kir.
Ji keçikan rev û
egzersîz dihat xwestin bo bebikên wan di zikê
dayîkên bijûndar û tendirustdar de mezin bibin. Ji bo
ku wan wêrek bike, Lycurgus ferman da ku keçik carna rîprûd
derkevin pêşberê xortan, dans bikin û stranan
bêjin. An na, keçik ji ber qelewî an jî wezatiya xwe
dê şermende bimana, û ew zor xoşhal dibûn ku li
pêşberê temaşevanên welê payeberz ciwantiya
xwe danîşankin. Di stranên xwe de keçikan pesnê
wan xortên ku wêrek û saxlem bûn dida, û
tinazê xwe bi zilamên ku tirsok û weza ne dikir, û
evîna xortan a bo şan û bêşermîyê
tûj dikirin. Ji ber vê yekê jinên Sparta tama hestên
bilind distandin, di rêyek welê de bûyîn wan
qebûlê qada çalakiyan dikir.
Dadgerên qenc ên
mirovayetiyê jinên Sparta bûn. Xatûnek ecnebî
rojek li jina qumandarek Spartayî dîqqet kir ku di topa
cîhanê de tenê jinên Sparta ne li mêran hikim
dikin. Xatûna Spartayî ‘ancax emin ku mirovan mezin
dikin’ bersiv da.
Bandora performansa civakî
a xanimên genc bi xwezayî li ser xortên genc hebû,
lê hevdîtina evîndaran divêya bi veşartî
bûya. Ew timî di nav tirsa hedefbûyîna qirfan û
tesbîtbûyînê de dijîyan.
Zewaca wan bîla
weşartî dihat cih. Merasimek basît a taybet bo
bûkê û malbata wê hebû, paşê
porê wê kurdikirin û cilê mêran lêdikirin.
Piştî şîvê zava bi dizîka dihat û tev
wê radiza, paşê di nava tirsek girde a belkî hinek
fêmbikin de, zûka dizivîrî û diçû
tev hevalên xwe dinivîya. Mêr û jinê divêya
dek û dolaban sererast bikin û bêne cem hev da ku kesek wan
seh neke. Berya jinên xwe bi çavê rojê nedîtine,
zarokên mêrên Sparta bile ji wan çêdibûn.
Dema mêr digihaşt
temenê sihî, destûr digirtin ku mêr û jin tevhev
bijîn û bi serbestî malek sererast bikin. Ji ber ku nadir
û bi mişkîlat yek û din didîtin, bo evînê
ew daîma bi bijîyek tendurust digihaştin hev û dû.
Timî welê zû ji yek û din diqetîyan ku bi sedema
dûr û dirêj li nik hevûdû mayînê tu tiştek nedima da ku pê
bêne xeceletkirinê. Daîma hinek xwestekên
netetmînkirî li paş diman.
Pexîlî hatibû
qedexekirinê. Eger du mêran ji aynî jinê hes
kiribûya, ew dibû sedem ji bo ew bibin dost, ne dijmin. Ji bo berge
ji ber neberpirsîyarîya şehwetê bête girtin, bi
sînorek teng, Lycurgus şan û şeref qebûl dikir ji
bo wî mêrî ku jina xwe bi deyn bide mêrek dî da
ku toximê qalîte jê bête girtin. Wî dixwest ku
zarokên Sparta ji mêrên herî baştir bêne
hilberandin ku qalîteya wana baş bête domkirin. Di
çavdînîya Lycurgus de zarok ne malê
dêbavên xwe ne lê endamên civakê ne.
Derkarê zarokan de zagonên neteweyên dî ji wî re
wek tiştek tewş û neliyaq dihat. Merivek çima
ewqasî diqqet dike bo seyên xwe, bo hespên xwe, û
derkarê çêlikên baştir de bo fehlan mesref
bîle dike, lê bi îsrar dixwaze ku jinik îlla zarok ji
wî hemilbike? Dipdîyar e, bêqalîtehîya vî
bavî dê derbasê zarokên wî bibe, û ew
dê bibe qurbanek wanê sereta, halbûkî zarokên
mêrên qalîte dê ji nifiran zêdetir bi bereket be
bo mêrê ku malek daye wan.
* * *
Her çi çax zarokek ji dayîk bûbiya, ji bo kontrolê ew dê bihata
teslîmkirina konsulek pîrejinan. Eger zarok zededar bûya
pîran dê wî biavîta nava qelşekî. Zarokek
welê nesax, di çavdînîya Spartayîyan de divêya nejîyaya. Zarokek
nuhbûyî gerek bi şerabê bihata şûştin da
ku xurt be. Ew çalak
û serbest lê ne wek bebikên girînok mezin dibûn.
Zarokên Spartayî ji tarîtîyê neditirsîyan, an jî ji bo xwarinê
muşkulpesentî nedikirin.
Di temenê heftan de
zarokên Sparta malbatê terk dikir û diçû diketin
bin dîsîplîna leşkerîye. Ewên ku
hunerwerî û dilêrîya herî baş
nîşan bidana, bi desthilatdarîyek emirdayînê
û hêza sizakirina serkeşîyê, dê ji aliyê
însanên kal ve wek liderek li ser zarokên dî bihata
pîşandin.
Babeta bingehîn a ku ew
fêrdibûn rajêrî û qumandarî bû.
Zarokên Spartayî, da ku bibin ronakbîr, têra dilê
xwe fêrî xwendin û nivîsandinê dibûn,
lê hînbûna tehemmulkirina êşê û
fetihkirina di şerî de muhîmtir berçavbû.
Însanên kal raçavek herî nêzîk li ser wan
dihiştin, û timî wan tesele dikirin ku fêm bikin ka
kîjan ji wan dê şerê rasteqîn de bibe merivek
kêrhatî.
Di temenê donzdeyîn
de fêrbûna wana
leşkerî destpêdikir.Gedeyek ji çend gurubên ku ji
alî îrenan–însanên bîst salîn- ve dihate
qumandekirinê, daxilê yekê dibû. Ev îren di şer de qumandarê wan
û di mal de jî malxoyê wan bû. Ew di vê dibistana
çetindar de heta temenê hijdeyîn diman û
piştî wî wek merivan dihatin venasîn.
Spartayî dema ku zarok
bûn, ji hewranek pêştir wan îzin tunebû
tiştek di wergirin.Bê pêlav, bê cilên binî
û bê cilên veserkirî, -li gel zivistanê jî.
Ew di nava gurubên xweyên leşkerî de li ser cûl
(hesîr)ên ku wan bi destên xwe ji nav çem
çinandibû, dinivîyan. Herçî zadê ku bo
xarinê didan wan jibin têrê nedikir, ku wan ji
birçîbûnyînê vehêlin, ew dihatin dehfdan ku bi dek û
dolabên dahîyane planên dizîkirinê amade
birkin.Eger ew bihatan qefaltin, ne ji bo exlaq, lê ji bo
sûcdarîya leşkeri ku çima ji bo neqefaltinê
dîqqet nîşan nedane, dê bi tundî bihatan
qamçîkirin. Bêzadî dibû sedema
dirêjtirbûyîna wan, lewra pirzadî giranîya
ruhê gedekî dadixist û wî kin û qelew dihişt.
* * *
Spartayî hatibûn
fêrkirin ku bi çîçikek peyvikan gelek tiştan
bidin ifadekirinê.Xuyê zarokan ê bêdengîyek
dirêj hebû, û welê dema ew di encamê de
diaxivîn, peyvikên wan watedar û balkêşbûn.
Mesela yekê
Atînayî henek kiribû ku, şûr-daqurtaner
peyvikên Spartayîyan bikartînin lewra gelek kurt in, û
yekê Spartayî bersiv dabû: ‘ji bo em bi wan
bigihêjin nav dilê dijminên xwe me ew têra xwe
dirêj dîtine.’ Wek peyvikên wan ên kurt û
tûj, gotinên wan ên kurt û tuz jî hedefa xwe
didît û bala guhdaran dikêşandin. Aha li vê
derê çend mînak ji alî Lycurgus bixwe:
Merivek îddîa dikir
ku Sparta divê demoqrasîyek ava bike, u li ser vê yekê
Lycurgus bersiv dabû: ‘Ji malbata xwe ve dest pêbike.’
Yekê dî
pirsîyar kiribû ku çima qurbanên bo Xwedayan mezintir
nîn in, û Lycurgus bersiv dabû: ‘Ji ber ku divê
timî em hin tiştan pêşkêşê wan bikin.’
Dema ji Lycurgus
pirsîyarkirin ku divê Spartayî çawan berge ji
dagîrkerîya dijmin bigirin, wî gotibû: ‘Bi
domandina feqîrîyê, û heta ji wan hatiye xwe ji yek
û din dewletîtir nîşan nedin.’
Ew merivên ku
pêşnîyaz kirin li dora Sparta diwarek bête
çêkirin re Lycurgus got: ‘di şûna briketan de
diwarek ji mirovan, en çêtir e.’
Şêwazên wan
welê tûj û pêwendîdar bû ku wek leşker
û atlet Spartayî, ji hunerên xwe zêdetir bi hesta xwe
gelek navdar bûn. Her çenda, di nav Yûnanîstanê
de di ceng û sporê de ew qat qat çêtir bûn
jî, egzersîzên rewşenbîrî, wek esasê
jiyana Spartayîyan dihat pejirandin. Ji pêşwextîya
temenê xwe ve ew, dihewisîn ku bi kêm peyvikan, gelek wateyan
qat bikin û bipêçin –û, bi
muhîmtirîn, dema biaxivîyan an jî hişbûyan.
Li ser jiyana wan a sade û
mandedar, hirehir(6) wek
çeşîdek sos bû. Henekên wan bêwate
nebûn, lê timî li ser temelek welê qiymetdarbû ku
li ser were ramandin.
* * *:
Muzîk, wek temrîna
guftûgoyek spehî,
parçeyek muhîm a fêrdarîya
Spartayîyanbû. Welê lawjeyên bestayî
distrîn ku Spartayî ji bo çalakîyan pê xwestekar
diman. Gava zemanê cengê dihat wan bi dengê flûtan re
welî lawje digor ku, herwekî ew dijminên xwe têkdibin.
Bi ewlekarîyek welê temam bi şahî û aramî
dimeşîyan nav cengê ku her wekî ji alîyê
hinek xwedayan ve hatibin bexşandinê. Bandoriya muzîkê
li ser hestan ji hin deran dî zêdetir li Sparta dihat
bikaranîn. Weka ku Terpander gotibû Spartayî:
Rimên wan zexm bûn,
muzîka wan şîrîn,
Û edlayîyê girtibû kursîpalek
firazwerîn.
Ji bo Spartayîyan, li ber
rûberkirina zehmetîya temrînê, ceng weka cejnek
pîroz bû. Ji bo ew dîsîplîna xwe Tenê di
dema cengê de wan destûr hebû bo terkdana dîsîplîna
xwe û xwe bixemilînin. Wan divêya pûteyek taybet bida
dûzkirina porên xweyê dirêj, lewra Lycurgus digot
porê dirêj rindayî, teror kirêt dide rûyê
mirov.
Hebûna destûra
cengkirina li nêzîgî qral, serdewarîyek
girsetirbû, cihê nêzîgtir bo
serfirazketîyên lîstikên Olîmpîkê(7) bû. Lycurgus bixwe hostayê hunera
leşkerîyêbû. Yek jî wî di damezrandina
lîstikên Olîmpîk de cih tirtibû, û dema
lîstikên Olîmpîk hatin lidarxistin peymana
aştîyê hatibû dîyarkirin.
Berya destpêkirina
cengê, ji bo Spartayîyan bînin bîra wî ku adlayî were ser
çalakiyên wan, qral pêdivêbû qurban bide Muses (8), ji bo ku ew di nav stranan de bijîn, ji ber
vê yekê divêya wan hinde tiştan bikira. Paşê,
eger elametên qurbanê başbûya, qral emir dida
bilûrvanan daku qesîdeyan bo Castor(9)
bêjin, û ber bi êş û mirinê ve gav
diavêtin, bi nîyeta qehremanîyê dihatin dagirtin.
Cengvanên wek vana dixuya ku ne xwedanê tirs û lerzê
ne.
Carek dijmin direvîya, ji
bo pêbawerbûna serkeftinê, Spartayîyan têra xwe
raçav dikirin. Dijminê ku şer nake lê bi sedema jiyana
xwe direve bête kuştin, di çavdînîya wan de
barbarîbû. Ev ji sîyasetek berfirehbû: Carek ev
tişt eşkerabû ku Spartayî tenê ewên ku axa
wan dagir dikin, dikujin —lê ewên ku direvîya,
dibexşandin—dema Spartayî dihatin nêzîg, dijmin
tar û mar dibû. (10)
* * *
Hewcê gotinê nîn e ku carek zêr û zîv li Sparta ji tedawulê rabûbû, derbasdarîya wan miribû. Wekhevî û serxwebûnê, cihê çavbirçîtî û xezanîyê girtibû: Wekhevî lewra wan hemû di avahiyên basîd de dijiyan û di sofreyên gelemperî de dixwarin, û serxwebûn lewra xwestekên wan biçûkbûn. Spartayîyan dema xwe bi muzîk û dansê, nêçîrê, çûyîna ser qadên egzersîzan, û bi çûyîna cihên guft û gohên gelemperî derbas dikirin.
Ji ber ku helotan (11) (serfan S.S.) îş dikirin, mişe
mişe zemanê Spartayîyan a vala hebû. Ji ber ku yasa li
dijî pîşeyên bêkêrbû, bo karsaziyan
xembarî li holê tunebû. Memleketek ku tê de
altûndarîya dewletîbûnê tune ye, vaya dîsa
jî dê bûbûya xericandina demê. Ewên ku
temenê wan li biniya sih salanbû, ji xwe nikaribûn herin
borsayê bîle, ji bo mirovên kamil etû bû ku li
hev li hev di cihên welê de bêne dîtin
Yekê Spartayî di
seredana xweya Atîna de bihist ku yekê Atînayî sirf ji
bo ku bê şûl bûye [ku sûc bû li
Atîna] hatiye sizakirin, wî
ji mîhmandarê xwe re got ku bi wî merivê ku
hatibû sûcdarkiri ji bo xwestina wî a jiyanê wek
Spartayîyan re, hevdîtine sererast bike.
Carek dî yekê
Atînayî ji yekê Spartayî re gotîye ku
Mirovên Sparta, ji ber ku dibêjin ‘em çi dêjin
rast e’, Spartayî bersiv dabû: ‘em xuyê we
yê kotî hîn nebûne.’
Geşta derekeyan û
serdanên dereke di Sparta de qedexebû, lewra Lycurgus wek belayek
ji ramanên dereke û luksên dereke ditirsîya.
* * *
Lycurgus hemwelatîyên
xwe welê perewerde kiribû ku bivêya nevêya ew
nikaribûn bi serê xwe bijîn. İzna tu kesê
tunebû li gorê dilxwazîya xwe bijî. Bajar wek bargehek
çekdarkirîbû, û herkesek peywirek wî hebû.
Xîreta gelemperî, hemberîyê kiribû
tendurustîyek herî mezin ji bo resmîyetê.
Ji destdayîna jibartina bo
senatoyê re merivek divêya en hindik şêst salî
bûya. Perwira senatorîyê temenrewa bû. Konsulek ji 300
nûneran pêkhatî jî hebû. Paşê
komîteyek a ji pênc dadgeran pêkhatî her sal dihat
hilbijartin bo bi cih anina karîna birêvebirina dewletê.
Maweya resmî bo dadgeran tenê salek bû û wek dagerek,
disa-hilbijartin negengazbû.
Hilbijartin wek awayê
jêrîn dihat bikaranîn: Temamê mirovên Sparta
dihatin vexwendina nav zevîyek. Li nêzîg, di hundirê
malek biçûk a bê percere de, berendamên ku bi çepikan
dihatin pêşkêşkirin, hin dadgeran wan dinirxandin. Tu car
gengaz nînbû ku dadgerek bizanibe ji kîjan berendam re
çepik dihat lêxistin, di ser de ew sira
pêşkêşkirina wan jî nizanibû.
* * *
Dema wî dît ku
yasayên wî di hişê Spartayîyan de reh berdaye,
Lycurgus gazî komelek însanan kir û gote wan ku heta niha her
tişt pir baş derbas bûne, lê tiştek dî
kêm -a herî muhîmtir- mabû ku bi cih bête anîn. Heta ku neçû
û dîsa bi kahînên Delphî re şêwra xwe
çê nekir wî ne got ka ew çi bû. Berya ku ew
derkeve ser rêya xwe Lycurgus, dadgeran, senatoyê û
gelê Spartayê da sondê ku heta ew şûn ve bizivire,
li ber yasayên wî serê xwe bitewînin û tu
tiştek neguhêrin.
Lycurgus hê di temenek
navsal de bû lê dikaribû bê poşmanî terk
bide. Piştî terkdana Sparta, ew ji xwarinê hat birîn
û bêdeng wenda bû
-terkdana ji Spartayîyan, bo tiştên ku wî li pay xwe
hiştibû ew bi sonda sedeqatê a heta hetayê pê ve
girêdayî man.
Spartayê pencsedsal
qanûnên Lycurgus hemet kirin û di nava Grîkan de
şehreke herî hêzdar û navdar bû. Lê di
encamê de destûra zêr û zîv û tev wan ew
tiştên kotî ên dî ku bi evîna peran
hatibû afirandin hat dayîn ku werin hundir.
Lysander
divê bête tewanbarkirin, lewra wî ji cengê wan
tiştên pîs ên zengînîyê
anîbû. (12) Her çenda ew
bixwe dejenere nebûbû, Lysander Spartayê bi temahkarî û
luksîtîyê perok
kir û yasayên Luycurgus ruxand.
* * *
Însan
îtaet nakin, heta ku rêveberên wan nizanibin ka çewan
emir tê dayîn. Rêveberek rasteqîn bixwe, îtaeta
hemwelatîyên xwe diafirîne. Girîgîya
zaniyarîya rêveberîyê ew e ku hemwelatî xwe bi
rasteqînî bike dilxwaz bo emir stendinê, hema weka
giringîya hûnerê ajotina hespek ku bi gura li xwe siwarî dike. Spartayî
sirûşdarê ne tenê dilxwazîya îtaetê
bûn, lê di heman demê de pozîtîf xwestekek wan a
emir girtinê jî hebû.
Li anagorê
Grîkên dî, Sparta perestîşxaneyek pîroz a
edlayîyê û aqilmendîyê bû, wek nakokîya pêpezkirinê,
despotîzmê û hakemîyê dihat binavkirin.
Timî nedivêyabû ku ser li zorê bête xistin.
Spartayîyan her wekî mêşên hunguv ku li dora keybanûya xwe
dêlî dibin, kêm
caran yek balyozek ku herkesê di derbek de guh dida
dîrektîfên wî dişand. Dema ku şehrên
dî ên topa Grîkê hewcedarî bi alîkarîyek
hebûya, ne ji bo peran an jî artêşan lê daxwaza
wan tenê ji bo qumandarek Spartayîbû. (13)
.
Niyetek Lycurgus
a ji bo fetihkirina şehrên dî tunebû. Li anagorê
dîtina wî, wek a merivek, xoşbextîya netewayek ne bi
hêz û dewletîbûyînê ve lê bi egzersîza
fezîletê ve girêdayîye. Armanca yasayên wî
ew bû ku Spartayîyan bike xwedî ramanek azad,
bixwebawerî, û maqûlîyê. Gelek fîlozofan
planan ji bo rêxistinên girîng li pey xwe hiştine, le
Lycurgus–ne tenê di nivîsînê de lê di
rastîyê de- bi
temamî nivîskarê dewletek fîlozofîk(14) bû ku ên mayîn
nedikaribûn kopye bîle bikin.
JÊRENOTAN
(1) Plutarch tesdîq dike ku dema jîyana
Lycurgus nediyar
e.Texmîna baştir wek 800 BZ nîşan dide. Bnr K.M.T.
Chrimes. Ancient Sparta (Aberdeen: Philosophical Library, 1949)
(2) Seranser di dîroka xwe de dû
qralê Sparta hebûne û herdû jî ji nesla Herkules
bûne. Plato dibêje me ku (Laws III, 682 et seq) Piştî vegerandina wan a ji Cenga Troîyan
a deh-salan, Dorîan kontrola Lacedaemon (Sparta), Messene, û
Argos’ê girtine. Troîyan li dora 1250 B.Z. hatibûn
raqewirandin. Yekîtîya Dorîyan ji wan her sê
bajar-dewletan pêkhatibû. Tenî Sparta bi avadanîyeke
resenî a ji bo hemûyan
hevpar ve sadiq mabû. Sparta paşê, Messene jî tê
de, zêdetir memleketan
fetihkir. Bnr Ivor Gray Nıxon, the Coming of the Dorians (New York:
Praeger, 1968)
(3) Girava Grîtê wek kelefeyek
kevintir a şaristanîyet a Mınoanîyan niştecihek di
bû bo Dorîya. Li dora 1600 BZ bi peqîna girava
Thera’yê ve bi bandorîya med û cezîrê,
pêlên mezin kelîyan û sêlavek, bi
niştecihên dî ên qerax ve avgira
Grît’ê hilda bin xwe.Myceneanîyan
împaratorîya Mınoanîyan a kotirim dagir kirin û
daxilê nav Grîtê kirin. Dorîyan Myceneanîyan
têkbirin.
(4)Di bajarê Delphî de
perestîşxaneyek a wexfa (xwedayê Rojê û sedeman)
Apollo hebû. Plutarch ji gelek salan û vir ve yek ji dû
papazên vê perestîxaneyê bû. Apollo xwedayê
Dorîyan ê taybet bû. Di vê
perestîşxaneyê de rahibeyek hebû diçû
îpnotîze dibû ku xwedê raste rast bi wê re
biaxive. Ew di nav Delphî de kahîneyek navdarbû. Di ve Perestîşxaneyê
de dû destûrên tescîlkirî bi vî awayî
bo Grîkên Antîq nimûne mabû: ‘Xwe
bizanibe’ û ‘ne tiştek pir û pir.’
Kahînê Delphî
timî bersivên dostdoxrî dida, lê carna bersiv neronbar
jî dibû. Wek nimûneyek, Qralê Lydîayê
Croesus pirsîyar kir ku gelo ew dî qralê
Persîyayê Cyrus (Kuroş, Seîdê
Sîsî)
têkbibe an jî merçên
teslîmbûyînê ka çine, û kahîn bersiv
dabû: ‘Egere tu ceng bikî qralîyetek a mezin dê
hilweşe.’ Croesus ji vê brsivê cesaretek mezin girt
û artêşa wî dido li yek artêşa Cyrus
bû, û di cenga Thymbra de rastî Cyrus hat (545 B.Z.). Bi
rastî jî wê rojê qraliyetek mezin hilweşîya
lê ew qralîyeta Croesus bû. Û dema Spartayîyan
pirsîyar kirin ku gelo ew dê herêma xwe ber bi
başûr ve berfereh bikin an na, û kahîn bersiv da:
‘di zevîyên Tegea de dans bikin .’ Bi
rûxarî ev wek bersivek ewla bû bo Spartayîyan
hatibû dayîn ku ew bixwe ewle bûn û ji bo
dîlgirtîyan, wan zencîrên xwe jî tev xwe
hildabû. Lê ew têkçûn, û di bin
zencîrên xwe û di bin qamçîyan de ew
çûn nav zevîyan û wek rencberan xebitîn. Ev ew
bû ku Spartayîyan çewan di nav zevîyan Tegea de
‘dans’ dikirin.
Plato describes the Spartan form of government in this way: "I do not know what name to give it. The board of ephors is tyrannical, but Sparta sometimes seems the nearest thing to a pure democracy of all states. It would be absurd to deny that it is an aristocracy, and it includes a monarchy -- the oldest in the world." Plato, Laws, IV 712.
(5) Plato, forma
karbidestîya Spartayîyan bi vî tewirî rave dike:
‘Ez nizanim çi nav lê bêkirin. Lijneya dadgeran
tîranî ne, le di nav temamê şehir-dewletan de Sparta
tiştek e ku ber bi demoqrasîyek ve carna zelal xuya dike.
Înkarîya wê dê bêmantiqî be ku em
bêjin ew arîstqrasîyek e, û ew daxilê
monarşîyek e- a herî kevin di topa cîhanê
de.’ Plato, Laws, IV 712.
(6) Hire hir di jiyana
Spartayîyan de gelek navdarbû. Wê tenê wan nedidaya
şakirinê, lê yek jî hêzdar dikir wê
sîstema wan û, ew mirovên ku xwe lê sistemê
neanîne dida şermende kirinê.Aqlê selîm ê bo
pêkenoka, wan krîterîyaya bo lîderên wan bû.Bo
dabaşa tîmarkirineka wan a balkêş, bnr E. Davıd, , "Laughter
in Spartan Society" in Classical Sparta: Techniques Behind Her
Success, edited by
Anton Powell (Norman, Oklahoma: University of Oklahoma Press, 1988). Nimûneyek bo
şahîya Spartayîyan ji alî xebatên Plutarch ve
hatîye vegirtin bi navê Sayings
of the Spartans (gotinên pêşîyan
ên Spartayîyan-SS): Merivek bi neqencî di nava rizika
naqaratek de hatibû bicihkirin û ew diqîrîya:
‘şahane, dîrektor! Te welê awayek dît ku bi
wî ev ciha jî navdar kir.’ Mînakê zêdetir:
Dengê
merivek hat bihistin ku mukemmel wek bilbil dixwîne, yekê
Spartayî got: ‘min bilbil bixwe dît.’
Yekê
Spartayî însanan li ser daşrê rûniştî
dibîne û dibêje: ‘gelo cihek ne musaîd bo min
heye ku ez ranebim û cihê xwe nedim yekê kaltir.’
Rojek merivek,
dibîne ku Pedarıtus bêserkeftin dikeve bo hilbijartina
Sê Sed (bijareyên yekîneya leşkerî a
artêşa Sparta) û pirsîyar dike ku liger vê
bêserkeftinê ew çima dikene. Pedatritus bersiv dide û
dibêje ez xoşhalim ku 300 merivên ji min qenctir di bajar de
hene.
(7) Olîmpîyada sereta di 776
B.Z.de bû. Pêşî Herkulus van lîstikana dabû
damezrandın, lê ew tunebûn çûn.
(8) Muses neh xûşkên xudawendbûn, her
yekê ji wan serokatîya forma hunerek cuda kiribû. Ew
keçên Zeus (Jupîter)bûn, qralê xudayan, û Mnemosyne,
xudawenda hiş.
(9) Castor yek ji xudayên
cêwî ê Spartabû. Birayê wî Polluxbû.
Li anagorê îddîayan, ew ji yekîtîya Zeus
(Jupiter) hatibû zayîn, û mirî hatibû afirandin
ku navê Leda hatibû lêkirin. Tev bihev re ew navdar in wek
Gemini, çewan ku îşaretên astrolojîk navê
xwe jê digire.
(10) Cenga Leuctra di orta Thebîyan û
Spartayîyan de di sala 371 B.Z. de qewimîbû.Generalê
Thebî, di wî şerî de dawî heta hetayê li
payedarîya Spartayîyan da. Bnr Jînenîgarîya
Pelopidas
(11)
Helotrs, dîlketîyên
welê bûn ku Dorîan ew teslîm girtibûn. Ew ji
alîyê takekesan ve na ji alîyê dewletê ve
hatibûn lêxwedîbûn û wan bi destê
efendîyên xwe gelek zehmetîyên bêrehmî
kêşabûn.
.
(12) Berhema Plutarch a
Jînenîgarîya Lysander, daxilê vê hejmarê
nebûbû. Lysander
dawî li Cengên Peloponesîyan ên ku di nava salên
431 û 404an de pêkhatibû dabû. Ev ceng
eşkerekirina pevçûna serokatîyê a di orta
dû bajar-dewletên Grîkan, Athen û Spartayê
bû. Dijraberî îdeolojîk û di heman demê de
niştîmanî bû: Spartayê karbidestîya
arîstoqratik destek dikir, û Athenîyan jî
demoqrasîyê destek dikirin. Vê yekê temamê
cîhana Grîkî tev xwe kir. Heta ewên diberxwedabû
ku li derê cengê bimînin jî, wek Melianîyan, ji
alîyê dagirkerên Athenîyan ve hatibû
lêzordan. Di encamê da Spartayîyan qezenckir û
Athenîyan têkçûn û teslîmîyeta xwe
dîyarkirin. Thucydides û Xenophon mîna Cenga Sar,
derkarî vê cengê de bi temamî dîrok
nivîsîne. Bnr Jînenîgarîya Perıcles û
Nicias.
(13) Bnr
Jînenîgarîya Nicias û Dion.
(14) Socrates waha gotîye: ‘Welatên herî
bi ber û bereket a Di nav cîhana filozofîk a Grîkan de
Grît û Sparta ne ku li wan deran ji temamê cîhanê
zêdetir însanên aqilmend peydabûbûn. Lê wan
aqilmendîya xwe veşartî hiştine, û basî
kirine xwe saf nîşanbidin, wisan daxwazkirine ku, di fezîleta
aqilmendîyê de na, lê
di şerî de xwe gewretir nîşanbidin. Fikra wan ew
bû ku eger ew aqilmendîya xwe eşkere bikin,bo
aqilmendîyê dê her kes diberxwebide... Di nav van
bajar-dewletan de (Grît û Sparta) ne tenê mêran,
lê jin jî bi pêşdebirina rewşenbîrîya
xwe pesindar bûne. Ev e ku ez dixwazim rastîyê bêjim
divê hûn bizanibin ku Spartayî di qada fêrdarîya
filozofiyê û axaftinê de ên herî
serkefbûyî ne. Eger hûn ketûber bi yekê
Spartayî re qise bikin hûn dê bêjin ev seme ye,
lê di encamê de eynî wek nîşandarek hosta, li tiştên biçûk
dixe lê we dixe şûna zarokek. Plato, Protagoras 342.